Mijarên vê hefteyê yên rojnameyên Erebî

Rojnameyên erebî yên vê hefteyê teqez kirin ku Hêzên Sûriya Demokratîk nêzî ragihandina tinekirina DAIŞ‘ê li baregeha dawîn a li rojhilatê Sûriyê bûye, her wiha dane zanîn ku Tirkiyê ji bo êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê soz ji Rûsyayê negirtine. Rojnameyan her diyar kirin ku Misir ji tevgerên Tirkiyê li Afrîka bi taybet li Lîbyayê bi fikar e.

Mijarên vê hefteyê yên rojnameyên Erebî
17 sibat, 2019   05:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî di vê hefteyê de mijara civîna Sochî ya di navbera Tirkiyê, Îran û Rûsiyê de, kongreya wezîran a Aştî û Ewlehiyê li Rojhilata Navîn û dosyaya vekişandina Amerîkayê kirin.

El-Ereb: Vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê bandorê li civîna Soçiyê dike

Der barê mijarê de rojnameya El-Ereb wiha got: "Mijara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê, rewşa bajarê Minbicê û tevgera Tirkiyê ya rojhilatê Firatê dê mijarên sereke yên serokan bin di lûtkeya roja pêncşemê de."

Rojnameyê wiha dewam kir: "Rejîma Tirkiyê dibêje Moskov ne li dijî tevgereke leşkerî ya Tirkiyê ye li bakur û rojhilatê Sûriyê, lê gelek çavdêr tekez dikin ku rewş berovajî wê ye û Pûtîn tu erêkirin nedaye Erdogan tevî ku berjewendiyên her du aliyan li Sûriyê nêzî hev in jî."

El-Heyat: Kurdan lihevhatina bi DAIŞ`ê re derewand

Der barê hemleya leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo tunekirina DAIŞ`ê de rojnameya El-Heyat ev tişt nivîsî: "Amerîka û Ewropa behsa tunekirina metirsiya DAIŞ`ê dikin, di mijara vekişandina hêzên Amerîkayê de daxuniyên rayedarên leşkerî yên Amerîkayê nakok in. Di vê navberê de fermandarekî leşkerî yê QSD’ê diyar kir ku wan şerê li dijî DAIŞ`ê ranewestandiye û bi DAIŞ`ê re tu lihevhatin nekirine, her wiha tekez kir ku "tunekirina çeteyan nêzîk e" û çete tenê di qadeke nêzî 1-2 km de li bajarokê Baxozê mane."

Iraq

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Wekîlê wezîrê parastinê yê Amerîkayê Patrick Shanahan duh gihîşt Bexdadê. Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku armanca serdanê ew e ku teqezî li ser rêzgirtina ji Iraqê re were dayîn û pêşeroja hebûna hêzên Amerîkayê li Iraqê were nîqaşkirin.

Her wiha rojnameya El-Ereb jî behsa mijara Iraqê kir û wiha got:" Aliyên siyasî yên Iraqê der barê vejandina mijara Kerkûkê de Tirkiye tawanbar kir.”

Rojnameya Şeriq El-Ewset behsa mijara Iraqê kir û ev tişt got:"Li parlamentoya Iraqê,  ji ber nebeşdarbûna rêveberê biloka Wetenî Iyad Elawî di civînên Qanûnsaz de, alozî di navbera biloka Wetenî û Serokê parlamentoyê Mihemed El-Helbosî de heye.”

El-Heyat: Misir ji tevgerên Tirkiyeyê li Afrîka û Lîbyayê bi fikra e

Her wiha rojnameya El-Heyat  behsa rewşa Tirkiyê kir û got:"Wezîrê Karê Derve yê Misrê Samih Şukrî got ew derbarê rola Tirkiyê li hin dewletên Efrîkiya û taybet Lîbiya, bi fikar e."

Şerq El-Ewset: Madoro bi "Tedbîqatên herî mizin" li hemberî muxalfiên xwe disekine

Der barê rewşa Venezuelayê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî "Serokê Venezuelayê yê dorpêçê de Nicolas Madoro bi avêtina tedbîqatên leşkerî li hemberî muxalfên xwe sekinî û got "Ev tedbîqat dê yên herî mezin di dîroka welat de be". Mador ji leşkerên xwe yên beşdarî tedbîqatê bûne got: "Em gelekî aştîxwaz in, lê kesî me neceribandine(..) Bila Donald Trump ji Venezuelayê swecw! Bila gefên wî li ser me bi dawî bibin!, li vir hêzeke çekdarî heye, gelek ku welatê xwe diparêze heye."

Yemen

Têkildarî mijara Yemenê jî rojnameya El-Ereb behsa danûstandinên aştiyê yên di navbera Hûsiyan û hikumeta Yemenê de kir û wiha got: “Nûnerê navneteweyî yê Yemenê Martin Griffiths roja Sêşemê gihîşt paytexeta Siûdiyê Riyadê û bi rayedarên hikumeta Yemenê re rûnişt. Griffiths hewl dide hevpeymana Siwêdê di navbera hikumeta Yemenê û Hûsiyan de ji nû ve bixe meriyetê.”

Filistîn

Rojnameya El-Şerq El-Ewset der barê mijara Filistînê de wiha nivîsand: "Nakokiyên di navbera komên Filistînê de peymana "Deklarasyona Moskovê" têk bir. Aliyên Filistînê jî der barê têkçûna peymanê de hev tawanbar dikin. Lê komên Filistînê li hev kir ku gotûbêjan dewam bikin, di vê mijarê de tê payîn ku Misr banga toreke nû ya diyalogan bike."

El-Heyat: Sadiq El-Mihdî hişyariya "Derbeyeke hundirîn" li Sûdanê dike

Têkildarî rewşa Sûdanê jî, rojnameya El-Heyat got:”Serokê Partiya Uma Sûdanî a muxalif Sadiq El-Mehdî teqez kir ku dema guncav hatiye ku guhartin werin çêkirin û sîstema demokrtîk pêk were û hişyariya derbeyeke hundirîn kir.”

Civîna Warsawê

Der barê civîna Warsawê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Li Warsawê civîna wezîran ya ji bo aştî û ewlehiyê li Rojhilata Navîn hate lidarxistin, mijara pêşîgirtina li siyasetên Îranê yên li herêmê di rojeva civînê de bû, her wiha hewldanên Amerîkayê yên plana aşîtiyê di navbera Îsraîl û Filistînê de jî di rojevê de bû. Di civînê de behsa cezayên nû li dijî Îranê hate kirin, Amerîkayê fermandareke berê yê artêşa asmanî ya Amerîkayê Monika Wet bi sîxuriya Îranê tawanbar kir û her wiha 4 kesên îranî jî bi êrîşên elektronîk tawanbar kirin."

ANHA