ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17.02.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17.02.2019
17 sibat, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye bi armanca rizgarkirina Hecînê, destpêkirin dê were şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên herêma Tebqayê cenazeyê şervanê QSD‘ê Fayîz El-Muşarî (Reşîd Tebqa) li Goristana Şehîdan a Tebqayê oxir dikin, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê ji bo ji nû ve avakirina sazûmaniya meclîsê civînekê li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hindek kesên ku bi Ocalan re hevdîtin kirine gotin, Ocalan rewşa Kurd veguherand û çirûska şoreşê li tevahiya Kurdistanê bi fikr û felsefeya xwe pêxist. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tîma Afrînerên Hêviyê desteka derûnî, fizîkî û ji bo kesên ku dest an pêyên xwe winda kirine dest û pêyên çêkirî datîne. Li gorî serjimariya tîmê hejmara rewşên qurkirina dest an pêşyan gihaştiye hezar û 400 an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Artêşa Tirk a dagirker salak beriya niha stasyona tirênê ya dîrokî ya gundê Aster a Efrînê ku dîrokê wê vedigere sala 1911‘an de rûxand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Rojnameyên erebî yên vê hefteyê teqez kirin ku Hêzên Sûriya Demokratîk nêzî ragihandina tinekirina DAIŞ‘ê li baregeha dawîn a li rojhilatê Sûriyê bûye, her wiha dane zanîn ku Tirkiyê ji bo êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê soz ji Rûsyayê negirtine. Rojnameyan her diyar kirin ku Misir ji tevgerên Tirkiyê li Afrîka bi taybet li Lîbyayê bi fikar e. (BI WÊNE).

JIN

-Yekîtiya Jinên Şehbayê der barê komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan semîner û belgefîlm li navçeyên Ehris û Fafînê lidar dixe, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star a kantona Efrînê li navçeya Ehdas a Şehîbayê kampanyaya komkirina îmzeyan ji bo derxistina dagirkeran ji Tirkiyê û vegera li Efrînê destpê dike, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di Pêngava Bagera Cizîrê de roja şervanên YPJ‘ê pêşeng bû. Şervanên YPJ‘ê bi sedan jinên Êzidî yên Şengalê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatibûn revandin, rizgar kirin. Şervanên jin dibêjin "Me DAIŞ‘ê şikand lê têkoşîna me berddewam e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêvebera PYD‘ê ya li Ewropyê Zozan Dêrik destnîşan kir ku jinên cîhanê hêza xwe ji berxwedana parlamanter Leyla Guven digirin û got, berxwedana Leyla Guven nameyek ji Tirkiyê ye ku berxwedan dê dewam bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Der barê rola pêşeng a jinan di Berxwedanê Serdemê de rewşenbîr û derhênerên Efrînê bi kurtefîlmek bi 40 deqeyan bi navê "Zayîn"derhêner dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Desteya Serokatî ya MSD`ê Ferhad Hemo teqez kir ku ragihandina tunekirina DAIŞ`ê wê bûyerek navdewletî be. Her wiha destnîşan kir ku ew ê desteke sereke ji bo çareseriyên siyasî piştî tunekirina terorê  ava bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Eksem Neîsa îsrara Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a girêdana doza Kurdî bi doza niştimanî ya demokratîk a Sûriyê ve guhertineke siyasî di aliyê herêmî û navnetewî de çêkirin, bi vê yekê doza Kurd bûye dozeke stratîjîk li herêmê ku tu kes nikare paşguh bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ji bo rûniştandina têgeha perwerdeyê di nav çînên civakê û endamên saziyan de Navenda Akademiyên Civaka Demokratîk komîteyên Perwerdeyê û Lêkolînên Civakî ava kirin. Ev gav di meşandina prosesa perwerdekirinê û pêşxistinê li herêmê bi giştî û saziyan bi taybet, gavek girîng tê hesibandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gerînendeya Çandinyê ya Komîteya Aborî ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê pêwîstiyên cotkaran ji tov û semad bi armanca zêdekirina hilberînê û pêkanîna rêgeza xwetêkirinê peyda dike. Miqdara tov û semadê ku li cotkaran hatine belavkirin gihaştin zêdetirî 800 ton tov û 400 ton semad. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA