Çeteyên Tirkiyê du hevjînên bi temen êşkence kirin û mala wan talan kirin

Welatiyek ji gundê Kûra yê Efrînê rastiya dîmenê êşekcekirin û talankirina du hevjînên bi temen li Efrînê ji aliyê dagirkeran ve teqez kir.

Çeteyên Tirkiyê du hevjînên bi temen êşkence kirin û mala wan talan kirin
16 sibat, 2019   21:43

HELEB

Bikarhînerên tevna civakî dîmeke belav kirin, ku tê de du hevjînên bi temen ji aliyê çeteyên Tirkiyê têne êşkencekirin û mal û milkên wan dihat talankirin.

Welatiyek ji gundê Kûra yê Efrînê nexwest navê xwe eşkere bike ji ajansa me re diyar kir ku bûyer li gundê Kûra yê herêma Racoyê yê kantona Efrînê di 15‘ê Sibatê de pêk hat.

Heman welatiyê diyar kir ku koma "Lîwa Husên " a ser bi çeteyên Ehrar El-Şerqiya di saetên bi şevê girtin ser mala welatiyê bi navê Umer Eros ê 85 sal û hevjîna wî. Çeteyan herdu hevîn girêdan û bi saetan li wan dan. Her wiha 450 dolar û 25 hezar lîreyên Sûrî talan kirin.

Umer jî bi dîmenekî vê yekê diyar dike.

ANHA