Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Hesekê hatin veşartin

Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê 5 şervanên QSD`ê yên ku di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê oxir kirin.

Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Hesekê hatin veşartin
Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Hesekê hatin veşartin
Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Hesekê hatin veşartin
Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Hesekê hatin veşartin
Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Hesekê hatin veşartin
Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Hesekê hatin veşartin
16 sibat, 2019   14:56

HESEKÊ

Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên şervanên QSD`ê Mihêdî El-Ebid (Baran Hesekê), Ebdulxaliq Boba (Alan Rojava), Mahî El-Elî  ( Dijwar Hesekê), Ehmed El-Umer (Qiwetlî Hesekê) û Macid Hisên ( Rodî Hesekê) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbûn ji ber Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin û ji aliyê şervanên QSD‘ê ve merasîma leşkerî pêk hat.

Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hate kirin. Di axaftinê de sersaxî ji malbatên şehîdan hate xwestin. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan heya serkeftinê û jiyana azad û rumet hate dayîn.

Ji aliyê xwe ve Birûsk Hesekê bi navê Hêzên Leşkerî axivî û destnîşan kir ku şehîd minareyên azadiyê ne. Şerê terorê kirin û bûn lehengên neteweya demokratîk.

Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Abdullah axivî û got: "Şehîd di bîra me de zindî ne. Serkeftinên hatin bi destxistin berhemên keda wan in. Ji lew re ew ê ji welêt re bibin nîşaneyên serfiraziyê."

Di merasîmê de malbatên şehîdan axivîn û soza berdewankirina şopa şehîdan heya pêkanîna armancên wan dan.

Piştre endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeyên şehadetên şehîdan xwendin û radestî malbatên şehîdan kirin.

Di dawiya merasîmê de şênî cenazeyên şehîdan li Goristana Şehîd Dijwar veşartin.

(şx)

ANHA