Li "Herêmên bêçek" şer û topbaran berdewam e

Li  "Herêmên bêçek" şer û topbaran di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û komên çete de berdewam e. Tê gotin ku kuştî û birîndarên sivîlan hene.

Li "Herêmên bêçek" şer û topbaran berdewam e
16 sibat, 2019   15:22

NAVENDA NÛÇEYAN

Li parêzgehên Hema,  Idlib û Helebê ku qaşo "Herêmên bêçek" e şer û topbaran di navbera hêzên rêjîmê û komên çete de berdewam e. Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku di encamê şer û topbaranê de kuştî û birîndar hene.

HELEB

Hêzên rêjîma Sûriyeyê herêmên bajaroka Kefer Zêta, gundê Til Hewaş ê gundewarê bakurê Hemayê, herêma Sihriyê yê Çiyayê Şehşebo topbaran kirin. Her wiha deverên gundên Bab Taqa, Şerîa û Hiwêz ê bakurê rojavayê gundewarên Hemayê jî ji aliyê hêzên rêjîmê ve hatin topbarankirin.

Ji aliyekî din ve, komên navê opozisyonê li xwe dikin bi çekên giran derdora herêma Soran a bakurê Hemayê topbaran kir, di encamê de şer di navbera herdu aliyan de rû dan. Şer bi saetan dewam kir.

Idlib

Li bajarê Idlibê jî, hêzên rêjîmê bajarê Maret El-Nûman ê başûrê gundewarê Idlibê, deverên keleha Medîq ê li ser sînorê Hemayê û bajarê  Xan Şeyxûn ê başûrê gundewarê Idlibê kir hedef.

Heleb

Li gundewarên başûr û rojavayê bajarê Helebê komên çete herêma ji herêma Raşidîn bajarokê Mensûrayê, ku di bin serweriya rêjîmê de ye topbaran kirin. Di heman demê de komên terorîst bajarokê Sehleb, gundê Esîla yên gundewarên bakurê rojavayê Helebê ku di bin kontra hêzên rêjîm de ye bi fûzan topbaran kirin.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir ku ji ber topbaranê li hersê parêzgehan hejmarek sivîl mirin.

ANHA