Şêniyên Şêxmeqsûd: Bi îrade û berxwedanê me çete tine kirin

Îro salvegera 3`yemîn a êrîşên çeteyan li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê ye. Şêniyan teqez kir ku serketina wan ne hêsan bû û gotin wan gelek qurbanî ji bo parstina taxê li hember êrîşên terorîstan dan.

Şêniyên Şêxmeqsûd: Bi îrade û berxwedanê me çete tine kirin
16 sibat, 2019   14:28

HELEB

Îro salvegera 3`yemîn a êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk li dijî taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ye. Şêniyên taxê bi şervanên YPJ/YPG`ê re berxwedaniyeke mezin kir heta tax ji êrîşan xilas kirin.

Di vê çarçoveyê de şêniyên taxa Şêxmeqsûd daxuyaniyek dan.

Daxuyanî li pêşiya navenda Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a li rojavayî taxê ji aliyê endamê komîna Şehîd Gelhat, Kamîran Zaza ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Îro salvegera 3`yemîn a êrîşên hoven li ser taxa me ye. Zêdeyî 24 komên çete yên ku alîkariya xwe ji dewleta Tirk a dagirker êrîşî taxa me ya bi ewle kirin. Di êrîşên xwe de hemû cûreyên çekên kîmawî yên qedexekirî bikar anîn.

Ev êrîşên di deme wiha de hatin ku hêzên me YPJ/YPG`ê û QSD`ê li seranserî Rojava-Bakurê Sûriyê û herêmên Şehbayê serkeftinê mezin pêk anîn de çêbûn, her kes dizane ku ev êrîş ne tesaduf in, ev di encama planeke ku ji aliyê hêzên dijberî li dijî şoreşa 19`ê tîrmehê ve hatî kirin e û bi taybet ji aliyê dewleta Tir a dagirker ve, armanca jê ew bû ku t destkeftî û berxwedana me têk bibin.

Bi êrîşên xwe yên hovane û komkujiyên li dijî sivîlan xwestin îradeya şêniyên taxê bişkînin. Lê şêniyan û di serî de şervanên YPJ/YPG`ê û hemû hêzên şoreşger bi derfetên xwe yên besît zêdeyî 5 mehan li ber xwe dan û di dawiyê de îrade û berxwedana gelan li dijî kuştina terorîstan bi ser ket.

Serketina taxê ne bi hêsanî bû. Me gelek qurbanî ji bo parastina taxê ji êrîşên terorîstan dan. Di encama wê de bi dehan şervan û sivîl şehîd bûn û ji bo parastina taxê canê xwe feda kirin. Her kes li gorî derfetên xwe û bi taybet jin tev li parastina taxa xwe bûn.

Biryara êrîşên li dijî taxê ji aliyê dewletên dijberî şoreşa me û îtîlafa Sûriyê û di serî de koma Îxwan Muslimîn ve hat. Ev hemû bi hevkariya di navbera navendên herêmî û navdewletî yên li dijî şoreşa me û Sûriyê de hate kirin.

Serkeftina îradeya berxwedanê li taxa Şêxmeqsûd wê Berxwedana Serdemê li Efrînê misoger bike heta ku ji arêtşa Tirk a dagiker û çeteyên wê were rizgarkirin. Baweriya me heye ku weke me çawa li Şêxmeqsûd bi ser ketin em ê li Efrînê bi ser bikevin."

Di dawiyê de serketina taxa Şêxmeqsûd li tavahî gelê azadîxwaz hat pîrozkirin û hat teqezkirin ku îradaya berxwedanê û jiyanê ji terorîstan xurtir e.

(bx)

ANHA