Şêniyên Hesekê daxwaza avakirina cihên xwendina pirtûkan dikin

Şêniyên bajarê Hesekê xwest li bajarê wan cihên ji bo xwendina pirtûkan bên vekirin. Ji aliyê xwe ve Yekitiya Rewşenbîran tekez kir ku wan xwesteka şêniyan xistiye nav plansaziya xwe û di demeke nêz de dê projeyê bi cih bînin.

Şêniyên Hesekê daxwaza avakirina cihên xwendina pirtûkan dikin
11 sibat, 2019   07:33

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Di encama aloziya Sûriyê de ku derbasî sala xwe ya 8`an bûye, asta zanistî ya çînên civakê paşde çûye. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê para xwe ji vê zirarê girtiye. Lê piştî ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ewlehî li herêmê serwer bû. Piştî amadekarina materyalan bi zimanên dayikê yên pêkhateyên herêmê, asta perwerde û zanistî hêdî hêdî bi pêş ket.

Di vê çarçoveyê de şêniyên bajarê Hesekê ji bo bilindkirina asta zanistî ya civakê xwest cih ji bo xwendina pirtûkan bêne vekirin.

Şêniyê bi navê Îbrahîm Umer ji şêniyên taxa Til Hecerê ye û xwest pirtûkxaneyek li bajarê Hesekê were vekirin da ku bibe meqseda hezkiriyên xwendina pirtûkan. Umer diyar kir ku divê di pirtûkxaneyê de tevahiya cureyên pirtûkan û romanan werin peydakirin.

Îbrahîm Umer wiha domand: "Divê cihekî taybet ji bo xwendinê hebe, bi taybet ji kesên rewşenbîr ku ji bo doza gelê xwe dixebitin. Ji ber ku pêwîstiya gelê me bi rewşenbîran heye ku bi pênûsa xwe ya azad banga azadiya gelê xwe dikin."

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Hisên Îsmaîl destnîşan kir ku hebûna mîna van cihan dê bi awayekî mezin civakê bi pêş bixe. Hisên destnîşan kir ku nifşa nû demên xwe li ser înternetê derbas dikin û bi hebûna van cihan dê wan ji wê atmosferê dûr bixe.

Şêniyê bi navê Mihemed Silêman jî ev gav bi gaveke baş bi nav kir û diyar kir ku dê rolekê di pêşxistina civak û ciwanan de bilîze. Silêman destnîşan kir ku diyarkirina mîna van cihan ji rêgezên sereke yên avakirina nifşê serkeftî ye.

Ji bo naskirina bersiva Yekitiya Rewşenbîran li ser daxwazên şêniyên Hesekê, ajansa me hevpeyvînek bi endamê Meclisa Rêveberiya Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Hesekê Selah Derwîş re çêkir. Selah Derwîş got diyarkirina cihekî ji bo xwendina pirtûkan di plansaziya wan de ye.

Selah Derwîş da zanîn ku wan parkek ji bo xwendina pirtûkan li bajarê Qamişlo ava kiriye û dê mîna wê parkê li Hesekê jî ava bikin.

Selah Derwîş bi bîr xist ku beriya Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê ji ber pergalên serdest ew nedikarîn bi zimanê xwe yê dayikê biaxivîn û wiha domand: "Çawa hewcedariya gel bi xwarin û vexwarinê heye, hewcedariya wî bi xwendinê jî heye."

Di dawiyê de Selah Derwîş diyar kir ku ev cih dê rolek girîng di naskirina dîroka gelan ên cuda û pêşxistina civakê de bilîze.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi armanca pêşxistina warê zanistî li herêmê û teşwîqkirina xwendina pirtûkan, Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Parka Xwendinê li bajarê Qamişlo di 1`ê Sibata 2019`an de vekir.

(şx)

ANHA