Efrîniyên di kampên Şehbayê de soza berxwedanê da

Gelek şêniyên Efrînê yên di kampên Şehbayê de dimînin, teqez kir ku tevî hemû zehmetiyan ew ê heta rizgarkirina Efrînê li dijî dagirkeriya Tirkiyê li ber xwe bidin.

Efrîniyên di kampên Şehbayê de soza berxwedanê da
11 sibat, 2019   07:27

ALAN REŞÎD / ŞEHBA

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kir, şêniyên Efrînê ji ber komkujî, revandin û wêrankirinê neçar man ji malên xwe derkevin û berê xwe da Şehbayê. Şêniyên Efrînê yên li Şehbayê di kampan de li dijî polîtîkayên dewleta dagirker û çeteyên wê berxwedana xwe berdewam dikin.

Efrîniyan teqez kir ku ew dest ji Efrînê bernadin û dê li Şehbayê bimînin heta ku bajarê wan rizgar bibe û vegerin warê xwe.

Şêniya bi navê Eyşa Seydo wiha got: “Piştî derketina me ji Efrînê, me li kantona Şehbayê xwe bi rêxistin kir da ku berxwedana xwe li dijî dagirkeriya Tirkiyê bimeşînin. Îradeya me bi hêz e û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."

Şêniya bi navê Emîne Omer jî da xuyakirin ku dagirkeriya Tirk hemû çekên giran di êrîşên xwe yên li ser Efrînê de bi kar anîn, da ku gelê wê bide tirsandin û wan ji welatê wan derxe.

Emîne destnîşan kir ku ew wek şêniyên Efrînê tu carî dagirkeran li ser axa xwe qebûl nakin û ew ê heta ku Efrîn ji çete û faşîstan bê rizgarkirin, li ber xwe bidin.

Her wiha şêniyê bi navê Mihemed Hac Xelîl jî got dewleta Tirk bi 72 balefiran herêmeke biçûk bomberdûman kir û wiha pê de çû: “Di encama wê de komkujî û rûxandineke mezin pêk hat, ji ber vê yekê gelê wê neçar ma ji malên xwe derkeve û berê xwe bide Şehbayê".

Şêniyê bi navê Egîd Xelîl jî diyar kir ku ew xwe radest nakin û tevî hemû zehmetiyan û derfetên kêm ew ê li ber xwe bidin.

(jo/bm)

ANHA