Hevser û kurê xwe bi hev re defin kir

Jina bi navê N.E. ku hevserê wê bi mayina çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest da û kurê wê jî bi guleya çeteyan hat kuştin, niha bi 8 zarokên xwe re li Helebê dijî. N.E. wiha dibêje: “Ji ber êş û azarên ku çeteyan bi me dane kişandin, naxwazim Minbicê bibînim.”

Hevser û kurê xwe bi hev re defin kir
11 sibat, 2019   07:41

ROZANA DADO / HELEB

“Hevserê min bi mayina çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest da. Dema ez ji nexweşxaneyê zivirîm min dît ku çeteyan guleyek li dilê kurê min xistiye û ew jî kuştine. Min ew her du birin gund û ew bi hev re binax kirin. Ji ber êş û azarên ku çeteyan bi me dane kişandin, naxwazim Minbicê bibînim.” Jina bi navê N.E. bi van gotinan hovîtiya DAIŞ’ê tîne ziman.

N.E. yek ji jinên rastî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê hatiye. N.E. ji gundewarên bajarê Minbicê ye. Ew bi 9 zarok û hevserê xwe re dijiya. Piştî ku DAIŞ di 2014’an de gundên wan dagir dike, jiyana wan vedigere trajediyê.   

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê hevser û zaroka wê kuştine, niha tevî 8 zarokên xwe li Helebê dijî.

N.E. zilm û zordestiya çeteyên DAIŞ’ê ya li ser jinan bi van gotinan anî ziman: “Dema jin ji malên xwe derdiketin, çeteyan nasnemaya wan an jî lênûska malbatê desteser dikir. Dema hevserên wan diçûn da ku wan belgeyan bînin, çeteyan der heqê wan de hikmê celdê (lêdana bi qamçiyan) yan jî mayina li gel çeteyan heya du hefteyan yan jî mehekê da ku nimêjê bikin û xwendina Quranê bi dawî bikin, li wan ferz dikirin.  Gelek jin bûn qurbaniyên kiryarên wan ên olî û îşkenceya bi hesin heta mirinê li hin jinan dihat ferzkirin.”

N.E. detayên serpêhatiya xwe de wiha vegot: "Dema DAIŞ`ê gund dagir kir, qanûnên hişk li şêniyan ferz kirin. Nedihiştin kesek ji malê xwe derkeve, bi taybet jin. Jinan bi rêya jinên temenmezin pêdiviyên xwe peyda dikirin da ku neyên cezakirin."

Li gorî gotinên N.Eç. wê bi gelek rêbazan hewl daye ji mal dernekeve da ku malbata wê rastî cezayên DAIŞ`ê neyê. Lê carekê ji ber ku tevî hevser û xwişka xwe li ber mala xwe dimeşî li ser şîreta bijîşk, rastî gefa çarmixkirina di bin rojê de tê.

Hevser û kurê xwe bi hev re defin kirin

Hewldanên N.E. naçin serî, rojekê dema hevserê wê tevî kalekî bi motorsîklêtê ji kar vedigere malê, motorsîklêt ji ber ku çeteyan mayin lê çandibû, diteqe. Di encamê de birîndar dibe û wî radikin nexweşxaneyê. Dema N.E. agahiyê dibihîze hema yekser tevî 3 zarokên xwe berê xwe dide Nexweşaxaneya Minbicê.

Di roja duyemîn de ji ber birînan hevserê wê yê temenmezin jiyana xwe ji dest dide.

Trajediya N.E. di vir de bi dawî nabe, dema bi lez ji mal derdikeve û diçe nexweşxaneyê, her 5 zarên xwe li gel xizmên xwe li gund dihêle. Dema zarokê wê yê 7 salî li gel kurê cîranan dilîze, wê demê xwişka N.E. diçû mala wê da ku zarokan bibe gel xwe, lê ew bi kombûna şêniyên gund li ber mala N.E. matmayî dimîne û dibihîze ku çeteyan guleyek li dilê wî xistine û kuştine.

N.E. ji Minbicê vedigere gund, hevser û kurê xwe bi hev re vedişêre.

N.E. bi peyvên tijî êş û keder ev tişt anîn ziman: "Jiyana min veguherî dojehê, malbata min wêran bû. Piştî bûyerên ku li Minbicê rastî me hatine, êdî min nexwest ez li Minbicê bimînim. Piştî bûyerê yekser ez ji gund derketim û min berê xwe da Helebê. Niha jî ez li mala bavê xwe dimînim."

(şx/bm)

ANHA