Di şahiya salvegera rizgarkirina Kobanê de berxwedana Başûrê Kurdistanê hat silavkirin

Di şahiya salvegera 4`mîn a rizgarkirina Kobanê û salvegera 5`mîn a damezirandina Rêveberiya Xweser de berxwedana şêniyên Şêladizê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker hat silavkirin û hat teqezkirin ku ew ê berxwedana xwe heta rizgarkirina Efrînê berdewam bikin.

Di şahiya salvegera rizgarkirina Kobanê de berxwedana Başûrê Kurdistanê hat silavkirin
Di şahiya salvegera rizgarkirina Kobanê de berxwedana Başûrê Kurdistanê hat silavkirin
Di şahiya salvegera rizgarkirina Kobanê de berxwedana Başûrê Kurdistanê hat silavkirin
Di şahiya salvegera rizgarkirina Kobanê de berxwedana Başûrê Kurdistanê hat silavkirin
Di şahiya salvegera rizgarkirina Kobanê de berxwedana Başûrê Kurdistanê hat silavkirin
Di şahiya salvegera rizgarkirina Kobanê de berxwedana Başûrê Kurdistanê hat silavkirin
Di şahiya salvegera rizgarkirina Kobanê de berxwedana Başûrê Kurdistanê hat silavkirin
27 ÇILE, 2019   12:54

KOBANÊ

Şahiya salvegera 4`mîn a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê û salvegera 5`mîn a damezirandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kobanê li Qada Şehîd Egîd didome.

Di şahiyê de hevseroka Herêma Firatê ya Bakurê Sûriyê Sara Xelîl axivî û salvegera 4`mîn a rizgarkirina Kobanê li malbatên şehîdan, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kesên ku tev li çalakiya greva birçîbûnê bûne, di serî de Leyla Guven û Nasir Yagiz pîroz kir.

Sara Xelîl berxwedana gelê Başûrê Kurdistanê li Şêladizê li dijî dewleta Tirk a dagirker, silav kir.

Sara îşaret bi destkefiyên gel û Rêveberiya Xweser piştî serkeftina berxwedana Kobanê kir û wiha anzî ziman: "Dema ku êrîş li ser Kobanê pêk hatin gelê Kurdistanê hemû sînor rakirin, parastina wê kirin heta ku hemû planên dijmin pûç kirin.”

Sara Xelîl di axaftina xwe de diyar kir ku Tirkiyê piştî berxwedana Kobanê binketinên xwe û çeteyên girêdayî wê bawer nekir ji ber wê êrîşî Efrînê kir, li beramberî vê jî hemû cîhan bê deng ma û wiha pê de çû: "Tevî ku dewleta Tirk a dagirker teknîka pêşketî di êrîşên xwe de bi kar dianî û komkujî li dijî sivîlan pêk anîn, lê gelê Efrînê yê berxwedêr 58 rojan li ber xwe da."

Sara destnîşan kir ku Tirkiyê bi rêya gefên li dijî herêmê hewl da ku tola ji Kobanê rake û teqez kir ku şêniyên Kobanê hemû planên dagirkeran şermezar dikin.

Sara Xelîl di dawiyê de teqez kir ku ew ê berxwedana xwe berdewam bikin û di demeke nêz de dê şahiya rizgarkirina Efrînê li dar bixin.

Paşê ji fermandarên YPG`ê Heqî Kobanê axivî û diyar kir ku hemû gelan ji bo berxwedana dîrokî ya Kobanê serî hilda û wiha got: "Bi îradeya gelan berxwedana Kobanê gihîşt asta serkeftinê. Em îro dibînin ku çeteyên ku Tirkiyê destekê dide wan di baregehên xwe yên dawîn de têne tunekirin. Ji ber wê her çi qas îradeya gel zêde dibe, ew qasî êrîş zêde dibin."

Paşê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mehbaş axivî û salvegera 4`mîn a rizgarkirina Kobanê û 5`mîn a damezirandina Rêveberiya Xweser a Kobanê li hemû şêniyan pîroz kir.

El-Mehbaş got Kobanê keleha berxwedanê ye, li ser sînorên wê hemû xewin û xeyalên DAIŞ`ê hatin şikandin.

Her wiha hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Arif Balî şehîdên Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê ku ji bo rizgarkirina Kobanê û tunekirina hêzên faşîst û dagirkeran canê xwe feda kirin, bi bîr anîn. Balî teqez kir ku ew ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin û hemû armancên wan dê pêk bînin.

Di dawiyê de dîlan û stranên folklorîk ji aliyê komên girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ve hatin pêşkêşkirin.

(bx)

ANHA