`Berxwedana Kobanê rêya azadiyê ronî kir`

Meclisa Partiya Kesk a Kurdistanê salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir û destnîşan kir ku berxwedana Kobanê cara pêşî bû ku DAIŞ têk çû û diyar kir ku berxwedana Kobanê rêya berxwedan û azadiyê ronî kir.

`Berxwedana Kobanê rêya azadiyê ronî kir`
27 ÇILE, 2019   12:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Partiya Kesk a Kurdistanê îro daxuyaniyeke niviskî belav kir û salvegera 4`emîn a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê, pîroz kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê salvegera 4`emîn serkeftina Berxwedana Sedsalê li bajarê berxwedanê Kobanê pîroz dike.

Ev berxwedan cara yekê ku DAIŞ`ê dişikîne, berxwedana Kobanê rêya berxwedan û azadiyê ronî dike û hêvî da hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Bi rasthatina vê boneyê, gelê me li herêma Kurdistanê jî li dijî dagirkeriya Tirkiyê rabû serhildanan.

Cewhera Tirkiyê ku pişta xwe dide tunekirina gelê Kurd û mafê wî red dike, Tirkiyê û çeteyên wê beriya salekê dijminatiya xwe li Efrînê derxistin. Di demekê de ku berxwedaneke bêhampa ku 58 rojan dewam kir, Tirkiyê û çeteyên wî bi sedan kes kuştin û mal, cihên pîroz, nexweşxane û cihên dîrokî rûxandin, bi hezaran dar qut kirin û bi hezaran gelê wê da koçkirin û çete li şûna wan bi cih kirin.

Her wiha Tirkiyê referandûma li herêma Kurdistanê red kir û itîrafê bi mafê bi milyonan gelê Kurd ku li ser axa wî dijî, nake.

Di vê dema çarenûsê û hesas de em wek gel û hêza siyasî bi yekbûna refa xwe û pêşî li hemû zehmetiyan bisekinin û bi însiyatîfa KNK`ê re bibin yek. Dijminê me dê her tiştî bike ji bo ku mafê gelê Kurd têk bibe, ji bo wê divê em refa xwe bikin yek.

Em wek Partiya Kesk a Kurdistanê gelê xwe yê Kobanê û serkeftina li ser terora li rojhilatê Firatê, pîroz dikin. Em soz didin gelê xwe em ê li ser xeta berxwedan û şehîdan bin heta ku hemû mafên me pêk werin, di nav de rizgarkirina Efrînê ji faşîstan.

Herwiha em berxwedana Leyla Guven û berxwedana hemû girtiyên siyasî ku du greva birçîbûnê de ne, silav dikin."

(jo)

ANHA