Li ser sînorê Minbicê gera dewriyeyan didome

Di çarçoveya çavdêriyê de dewriyeyên polîsên leşkerî yên Rûsyayê ji aliyekî ve û dewriyeyên Koalîsyona Navneteweyî bi hevkariya Meclisa Leşkerî ya Minbicê û ya Babê li ser sînorê di navbera herêmên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û herêmên ku Tirkiyê û çeteyên wê dagir kirine de, dewam dikin.

Li ser sînorê Minbicê gera dewriyeyan didome
Li ser sînorê Minbicê gera dewriyeyan didome
Li ser sînorê Minbicê gera dewriyeyan didome
27 ÇILE, 2019   12:59

MINBIC

Dewriyeyên hevpar di navbera polîsên leşkerî ya Rûsya û Meclisa Bab Leşkerî li ser rêya sînorê rojhilatê bajarê Babê dewam dike, herwiha dewreyên hêzên Koalisyona navneteweyî li aliyê bakurê bajarê Minbicê di herêmên xeta Sacûr dewam dikin.

Dewriyeyên polîsên leşkerî yên Rûsyayê bi hevkariya hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê gera xwe ya rojane dewam dikin. Ev yek bi armanca çavdêriya eniya rojhilatê bajarê Babê yê girêdayî parêzgeha Helebê ye. Dewriye her sibe heta seatên êvarê derdikevin çavdêriyê, wesayîtên xwe li noqteyên xwe yên li Erîmayê heta hemû gundên di navbera hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê û çeteyên bi navê Derî Firat ên Mertalê Firatê de bi cih kirine.

Li ser van dewriyeyan û amûrên wan, hermandarê giştî yê Meclisa Leşkerî ya Babê Cemal Ebo Cuma wiha got: "Dewriyeyên hevkar di gera xwe li bajarok û gundên bajarokê Erîma yê rojhilatê bajarê Babê de dewam dikin û li Til Torîn, Ceb Mexûm, Qird kebîr û Qird Sexîr, Yalanî, Kawkelî, Boxaz û Ceblê El-Hemrê pêk tên."

Li aliyê bakurê bajarê Minbicê yê bakurê Sûriyê dewriyeyên Koalîsyona Navneteweyî bi serkêşiya Amerîkayê li dijî DAIŞ`ê gera xwe li aliyê bakurê bajêr dewam dikin. Rojane derdikevin qayîdên xwe yên leşkerî li rojava û bakurê bajêr, li gundên xeta Sacûr digerin û li nava bajêr jî gera xwe dewam dikin.

ANHA