KNK-Rojava serdanên xwe didomîne

Komîteya KNK-Rojava serdana partiyên siyasî berdewam dike. Partiya Şepêla Pêşeroja Kurdistanê banga KNK-Rojava erê kir û got gava KNK-Rojava dê di her sê parçeyên Kurdistanê jî bandorê bike û bi hev re ewlekariya yekitiya gelê Kurd bikin.

KNK-Rojava serdanên xwe didomîne
KNK-Rojava serdanên xwe didomîne
KNK-Rojava serdanên xwe didomîne
27 ÇILE, 2019   12:34

QAMIŞLO

Bi însiyatîfa Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya şaxê Rojava bi armanca avakirina yekitiya niştimanî ya kurdî ku rê li pêşiya xetereyên li ser Kurdan bigire, komîteyek ji 6 kesan hate avakirin.

Komîteya KNK-Rojava ji endamê Meclisa Rûspiyên Dêrikê Şêx Sînan Ehmed, serokê Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê Dilawer Zingî, endamên Desteya Rêveber a Kongreyê Ebdulkerîm Umer û Derya Remedan, Taz Paşa, mamosteyê zanîngeha Rojava Silêman Ilyas pêk tê. Erka komîteyê ew e ku bi partiyên siyasî yên kurdî re bikeve nava têkiliyan.

Îro jî komîteya KNK-Rojava saet di 13.00’an de serdana Partiya Şepêla Pêşeroja Kurdistanê kir. Di komîteya KNK-Rojava de Derya Remedan, Dilawer Zingî, Taz Paşa, Silêman Îlyas, şêx Sînan Ehmed cih girt. Pêşwaziya komîteyê seroka Partiya Şepêla Pêşeroja Kurdistanê Narîn Metînî û endamên partiyê Merwan Şêxî, Alan Kîkî û Leyla Keleş kir.

Civîn ji dezgehên ragihandinê re girtî pêk hat. Piştî civînê seroka Partiya Şepêla Pêşeroja Kurdistanê Narîn Metînî encama civînê ji ajansa me re nirxand.

‘Em bi banga KNK-Rojava re ne’

Narîn Metînî diyar kir ku dê piştgiriyê bidin banga KNK’ê û wiha axivî: “Mijarên nîqaşên me li ser yekitiya gelê Kurd û pirsgirêkên partiyan bûn. Tekildarî nîqaşên me tu pirsgirêk derneketin û em ê piştgiriyê bidin banga KNK’ê. Pêwîstiya gelê me bi yekrêziya partiyan heye da ku bi yek helwestê li dijî dagirkeriyê derkevin. Ev gava KNK-Rojava dê di her sê parçeyên Kurdistnê de jî bandorê bike û bi hev re ewlekariya yekitiya gelê Kurd bikin.”

Narîn Metînî destnîşan kir ku partiyên ku tev li yekitiyê nebin dê gel wan şermezar bike û wiha got: “Partiyên ku xwe berpirsê gel dibînin, divê tev li yekitiya gelê Kurd bibin û piştgiriyê bidin vê gavê.”

Di dawiyê de jî Narîn Metînî bang li partiyên siyasî kir û diyar kir ku bi banga yekitiyê re bin.

(mk-br)

ANHA