Şehîdên meha Çileyê hatin bîranîn

Welatiyên bajarê Serêkaniyê 34 şehîdên meha Çileyê bi merasîmekê li Salona Şehîdan a navçeyê bi bîr anîn.

Şehîdên meha Çileyê hatin bîranîn
Şehîdên meha Çileyê hatin bîranîn
Şehîdên meha Çileyê hatin bîranîn
Şehîdên meha Çileyê hatin bîranîn
Şehîdên meha Çileyê hatin bîranîn
27 ÇILE, 2019   12:28

HESEKÊ

Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê 34 şehîdên meha Çileyê bi merasîmekê li Salona Şehîdan a navçeyê bi bîr anîn.

Merasîma bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan endama meclisê Zehra Qido axivî û xêrhatina kesên ku tev li merasîma bîranîna 34 cangoriyên azadiyê bûne, kir û sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest.

Li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hesen Qitînê axivî û diyar kir ku şehîd ronahiya pêşeroja nifşan in û wiha got: “Divê her kes heta serkeftinê şopdarê rêya wan be û li dijî dagirkerên ku dixwazin aramiya herêmê xirab bikin, bisekinin. Di hizûra şehîdan de gotin têrê nakin, ji ber ku wan ji bo parastina destkeftiyên şoreşê her tiştê giranbuha kirin qurban.”

Her wiha Hevseroka Meclisa Navçeya Serêkaniyê Xezal axivî û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna xewin û xeyalên wan da.

Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên şehîd namirin bi dawî bû.

ANHA