Li Washingtonê êrîş: 3 kes hatin kuştin

Li paytexta Amerîkayê Washingtonê êrîşeke çekdarî pêk hat û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da. Her wiha nasnameyên êrîşkaran nehatin zanîn.

Li Washingtonê êrîş: 3 kes hatin kuştin
27 ÇILE, 2019   11:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê polîsên paytexta Amerîkayê Washingtonê Peter Neuchim ragihand ku 3 kes li Washingtonê di encama gulebaranê de ku ji hêla kesên nenas ve pêk hat, hatin kuştin.

Li gorî ku Rûsya El-Yewm ragihandiye polîsan cenazeyên 2 mirovan ku bi guleyan hatibûn kuştin, di hundirê erebeyeke rawestiyayî de dîtin. Her wiha cenazeyê 3`yemîn 45 metre dûrî erebeyê hate dîtin.

Li gorî daxuyaniya fermandarê polîsên paytexta Amerîkayê, polîs li kesên gumanbar digerin.