Şêniyên Tebqayê dest bi greva birçîbûnê kir

Şêniyên Tebqayê bi armanca destekdayîna Leyla Guven û 230 girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de û bi dirûşma "Biratiya gelan dê planên faşîzma Tirkiyê hilweşîne" dest bi gireva birçîbûnê kir.

Şêniyên Tebqayê dest bi greva birçîbûnê kir
Şêniyên Tebqayê dest bi greva birçîbûnê kir
Şêniyên Tebqayê dest bi greva birçîbûnê kir
27 ÇILE, 2019   11:10

TEBQA

Şêniyên bajarê Tebqa û gundewarên wê û 50 endamên Saziya Malbatên Şehîdan tev li greva birçîbûnê bûne. Her wiha bi sedan şêniyên bajêr, endamên saziyên civaka sivîl û leşkerî dê tev li grevê bibin. Çalakiya greva birçîbûnê dê 4 rojan berdewam bike.

Kesên ku tev li grevê bûne li pêşiya Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Abdulkerîm El-Îbrahîm ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bixêrhatina kesên ku tev li grevê bûne, hat kirin. Her wiha hate destnîşankirin ku ew xwediyên projeyeke mirovî ne, bi fikrên demokratîk û zimanê biratiya gelan tev digerin û greva wan a birçîbûnê ji bo destekdayîna Leyla Guven û 230 kesên di girtîgehên Tirkiyê de, di greva birçîbûnê de ne.

Paşê kesên ku tev grevê bûn, cilên taybet ku wêneyên Leyla Guven û Nasir Yagiz li ser in, li xwe kirin.

Hate zanîn ku şandeyên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava saetên pêş de dê tev li çalakiya greva birçîbûnê bibin.

(bx)

ANHA