Barzanî têkildarî raperîna li Şêladizê PKK û gel sûcdar kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li şûna ku kuştina sivîlan a bi destê dewleta Tirk şermezar bike, hincet ji xwe re peyda kirin. Barzanî, PKK û gel sûcdar kirin.

Barzanî têkildarî raperîna li Şêladizê PKK û gel sûcdar kirin
27 ÇILE, 2019   12:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Federal Nêçîrvan Barzanî, li ser raperîna gelê Şêladizê ya li dijî bombebarana dewleta Tirk daxuyaniyek da.

Barzanî piştî civîna Desteya Wezîran a li Hewlêrê civîneke çapemeniyê pêk anî û li ser kuştina 4 sivîlan ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve, gelê Şêladizê yê li ber dagirkeriyê rabû û PKK sûcdar kirin.

Barzanî di civînê de wiha got: "Siyaseta me ya Herêma Kurdistanê wiha ye; em bi tu awayî qebûl nakin ji bo ku gef li ewlehiya cîranên me were xwarin, axa me bê bikaranîn."

Barzanî îdîa kir ya ku rê li ber van felaketan vekiriye PKK ye û wiha dewam kir: "Ev rêxistin bi bikaranîna xaka Kurdistanê dixwazin pirsgirêkê di navbera me û cîranên me de derxin. Bi navê hikumeta Herêma Kurdistanê em vê yekê tu carî qebûl nakin."

Gef li gel xwarin

Barzanî gel sûcdar kir, gefên cezakirinê xwarin û wiha got: "Bêguman maf e ku bêyî têkbirina aramiyê xwepêşandan werin kirin, lê belê em qebûl nakin ku berê xwepêşandanan bê guhertin û şîdet were bikaranîn. Ji bo lêkolînkirina rewşê dê ya pêwîst bê kirin. Ji bo bûyerên bi vî rengî careke din neqewimin, em ê bi rengekî cidî li ser bisekinin."

Barzanî li ser pirseke têkildarî hejmara şehîdan wiha bersiv da: "Mixabin ji ber bombebarana balafirên şer ên Tirk hin welatiyên me şehîd bûn." Barzanî hejmara şehîd û birîndaran eşkere nekir.

Hewl da êrîşan rewa bike

Barzanî bi van gotinan hewl da êrîşên artêşa Tirk a dagirker rewa bike: "Ev şehadet ne ji ber bombekirina gundan e, ji ber bombekirina herêmên PKK lê ye."

Barzanî îdîa kir ku "hebûna PKK'ê" bûye sedema êrîşê û wiha got: "Divê em sedemên ku rê li ber vê bombebaranê vekirine, ji holê rakin." Barzanî eşkere nekir bê mebesta xwe ji vê gotinê çi ye.

Her wiha Barzanî li ser dewleta Tirk ku kiryarê êrîşê ye, tu nerazîbûn nîşan nedan.