Hesen Mihemed Elî: Nîqaşa têkildarî navaroka herêmên ewle didome

Hesen Mihemed Elî bersiva pirsên nûçegihanên me da û destnîşan kir ku nîqaşên li ser navarok û çawaniya herêmên ewle hîna dewam dikin û pêşniyara wan di vê derbarê de ew e ku hebûna hêzên wan ên leşkerî li herêmê û hêzên navneteweyî vê projeyê çavdêrî bikin.

Hesen Mihemed Elî: Nîqaşa têkildarî navaroka herêmên ewle didome
27 ÇILE, 2019   11:02

ŞERÎF EL-EBO / MINBIC

Di semînera diyalogê de ku duh ji aliyê komcivîna diyalogên Sûriyê ve li bajarê Minbicê di bin sernavê "Rewşa Siyasî û Leşkerî ya heyî û pêngava bê" hate lidarxistin de, endamê Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî bersiva pirsên nûçegihanên me da.

Endamê Desteya Rêveber a MSD`ê Hesen Mihemed Elî diyar kir ku herêma ewle di navbera MSD`ê û Amerîkayê de hate nîqaşkirin, lê hîna negihaştin encama dawîn û taybet li ser têgeha ‘herêma ewle’ û çawaniya wê.

Elî diyar kir ku meclisên herêmî di nava herêmên ewle dê heta dawiyê herêmên xwe bi rê ve bibin û got wan pêşniyar kir ku QSD`ê herêmên ewle biparêze û çavdêriya navneteweyî li ser herêmên ewle hebe û dewriyeyên girêdayî hêzên navneteweyî li ser sînor çavdêrî û mîsogeriya pêkanîna ewlehiyê li herêmê bikin.

Elî da zanîn ku herêmên ewle dê bibe rêya rawestandina êrîşên Tirkiyê û gefên wê û wiha domand: "Hîna ev proje mijara nîqaşê ye, hîna dest  pê nebûye, lê hin alî hene van nîqaşan li gorî xwe şîrove dikin û teqez dikim ku heta niha negihîştine forma van herêmên ewle."

Hesen got gelek pêşniyar û nîqaş der barê navendên lêkolînan û siyasetmedaran de têkildarî ketina hêzên navneteweyî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene û wiha domand: "Em wek MSD destwerdanên ji derve li herêmê red dikin. Tenê eger ev hêz ji bo çavdêrî û sponseriya projeya herêmên ewle bin, dê hêzên me di van cihan de bimînin."

Li ser nêrîna MSD`ê ragihandina vekişandina Amerîkayê ji Sûriyê Hesen Mihemed Elî da xuyakirin ku hêzên ji derve di dawiyê de dê ji Sûriyê derkevin û ji destpêkê ve ew pişta xwe didin hêzên xwe û wiha got: "Lê aliyê neyînî biryareke jinişkave û lez e, taybet di dema rûdanên li herêmê pêk tên de, ev biryar firsendê dide terorê ku careke din li herêmê çalakiyên xwe xurt bike."

(jo)

ANHA