Rêbaza qedîm a tunekirina kurmê spî; li zeviyan çêrandina pez

Çêrandina sewalan hilberînên çandiniyê yên genim û ceh dema nû şîn dibin, yek ji rêbazên tunekirina kurmê spî û xurtkirina kokên hilberînê ya herî kevn e.

Rêbaza qedîm a tunekirina kurmê spî; li zeviyan çêrandina pez
Rêbaza qedîm a tunekirina kurmê spî; li zeviyan çêrandina pez
27 ÇILE, 2019   10:32

RÊNAS REMO / QAMIŞLO

Bi armanca sûdgirtina ji baranên salê yên destpêkê, cotkarên zeviyên bejî di destpêka sala çandiniyê ya nû ve hilberînên xwe diçînin. Lê ji ber ku cotkar li gorî dewreya çandiniyê zeviyên xwe naçînin, kurmê spî di nav zeviyên bejî de belav dibe. Ji bo tunekirina kurm, cotkar zeviyên xwe bi rêya sewalan didin çêrandin.

Kurmê spî çi ye?

Kurmikeke spî û tewandî ye. Dirêjahiya wê 8-14 mm ye. li Sûriye, Iraq, Tirkiyê, Îran, rojhilatê Ewropayê û Qibrisê belav dibe. Nexweşiyê di nav zeviyên genim, ceh û garis de belav dike. Dewreya wê ya jiyanê 3 sal didome. Di dawiya biharê de dibe kurmeke kamil. Piştî zêdebûnê,  kurmiya mê hêkan di nav axê de bi kûrahiya 40-60 cm dike. Hêk heya destpêka zivistanê di qonaxa xewok de dimînin. Bi şilbûna axê re û bilindbûna rêjaya wê re hêk digihîjin û kurmik jê derdikevin.

Kurmik ber bi jor ve diçin heta ku bigihîjin herêma kokan û wan dixwe. Di dawiya biharê de piştî ku tebeqeyên axê yên jor zuha dibin, kurmik dadikevin jêr û dikevin qonaxa xewoka havînê heya zivistan din û wê sê salan dubare dike. Di bihara sala 3`yan de kurmik di hucreyeke axî de xwe xwedî dike û bi destpêka havînê re ji bo zêdebûnê derdikeve û dewreya jiyanê ji nû ve dubare dike.

Bandorên kurmê spî li hilberînan

Kurmik libên hilberînê yên teze dixwe. Her wiha kokan jî dixwe. Bi vê yekê gelek zirar li giya û berheman dibe. Destpêkê şînatî zer dibe û piştre hişk dibe. Nexweşiya kurmê spî zêdetir li herêmên nizm ku ava baranê lê kom dibe, belav dibe.

Rêbazên tunekirina wê

Bi gelek rêbazan ev pirsgirêk çareser dibe. Jê meşandina dewreya çandiniyê ya salane, ajotina zeviyan bi awayekî kûr da ku hêk û kurmikên di xewoka zivistanê de tune bibin û reşandina şînatiyê dema kurmik kamil bibe. Lê rêbaza herî baş û serkeftî, çêrandina sewalan e. Dema sewal li zeviyên ku nexweşî lê belav bûye biçêrin, destpêkê axa sist pêpes dike û bi çêrandina hilberînên ku nû şîn bûne, bi vê yekê ne tenê kurman tune dikin, her wiha koka hilberînê jî xurt dikin. Piştî wê şînatî xurt dibe û şax dide, pê re hilberîn jî zêde dibe.

(şx)

ANHA