Rêveberiya Xweser salvegera 4`mîn a Kobanê pîroz kir

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyê salvegera 4`mîn a rizgarkirina Kobanê û salvegera 5`mîn a ragihandina Rêveberiya wê ya Xweser li şêniyên Kobanê pîroz kir.

Rêveberiya Xweser salvegera 4`mîn a Kobanê pîroz kir
27 ÇILE, 2019   09:55

GIRÊ SPÎ

Duh salvegera 4`mîn a rizgarkirina bajarê Kobanê bû. Îro jî salvegera 5`mîn a ragihandina Rêveberiya Xweser a Kobanê ye. Şêniyên herêmê her sal bi van her du boneyan şahiyan li dar dixin.

Bi vê boyenê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêniyên Kobanê pîroz kirin. Di nameya pîrozbahiyê ya meclisê de wiha hate gotin: "Bi boneya salvegera 5`mîn a damezirandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kobanê û 4`mîn rizgarkirina Kobanê, em şêniyên Kobanê, rêveberiya wê û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin. Kobanê dê bimîne keleha berxwedanê ya ku li ser sînorê wê xewn û xeyalên dewleta zilmê hatin şikandin."

Şervanên YPJ/YPG`ê û hindek ketîbeyên Artêşa Azad piştî şerê 134 rojan 26`ê Çileya 2015`an bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

(bx)

ANHA