Jinên Reqayê: Tirkiye dewleteke dagirker e

Jinên ji Reqayê avakirina herêma ewle bi sponseriya Tirkiyê red kir. Jinan bang li dewletên cîhanê û Meclisa Ewlehiyê kir ku dewleta Tirk li ser komkujiyên wê li Efrîn û herêmên dagirkirî muhasebe bikin.

Jinên Reqayê: Tirkiye dewleteke dagirker e
27 ÇILE, 2019   10:38

EMÎNE EL-ELÎ / REQA

Piştî gefên Tirkiyê yên domdar li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker îdia dike ku ew ê herêmeke ewle li Bakurê Sûriyê ava bike. Girêdayî vê mijarê jinên bajarê Reqayê tekez kir ku ew herêmeke ewle bi sponseriya Tirkiyê qebûl nakin û avakirina mîna vê herêmê cureyek ji dagirkirinê ye.

Jina bi navê Necah El-Umer wiha got: "Avakirina herêmeke ewle li Bakurê Sûriyê  bi çavdêriya dewleta ku desteka terorê dike û çeteyên xwe şandin Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku dagir bike, em red dikin. Piştî têkçûna çeteyên wê dest bi êrîşên xwe yên dagirkeriyê kir."

Necah destnîşan kir ku Tirkiyê ji destpêka dagirkirina Efrînê û gelek herêmên din ve, ji bilî wêrankirin û kuştina bi hezaran şêniyên wê li pey xwe tu tişt nehişt. Tevî wê jî mafên şêniyan binpê kirin, bi taybet ên jinan.

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Dîna El-Abdullah got bi saya hêzên herêmê, herêmên wan ji çeteyên ku Tirkiyê desteka wan dike, hatine rizgarkirin. Ji ber wê ew dagirkeriya Tirk a ku armanc dike tevliheviyê di navebra gelên herêmê de derxe û wêraniyê li herêmên ewle belav bike, red dikin. Dîna wiha domand: "Herêma ewle ku Tirkiyê behsa wê dike, cureyek ji dagirkeriyê ye. Erdogan bi rêya wê armanc dike timayên xwe li herêmê pêk bîne. Em herêmeke ewle bi çavdêriya navdewletî qebûl dikin."

Her wiha jina bi navê Rene El-Îsa destnîşan kir ku herêma ewle, dirêjahiya hêzdariya Osmanî ye û wiha pê de çû: "Wek jinên herêmê û şêniyên wê em dagirkeriya Tirk qebûl nakin. Em binpêkirinên wê der heqê me de red dikin."

(şx)

ANHA