Hêzên Rizgariya Efrînê: 3 leşker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku li Efrînê 4 çalakî li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistine û di wan çalakiyan de herî kêm 3 leşker hatine kuştin, her wiha çend leşker û çete jî birîndar bûne. 

Hêzên Rizgariya Efrînê: 3 leşker hatin kuştin
27 ÇILE, 2019   09:08

EFRÎN

Hêzên Rizgariya Efrînê der barê çalakiyên xwe yên li Efrînê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li bajarokê Mare û li taxa Mehmûdiyê yên Efrînê li dijî leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakî hatine lidarxistin û di van çalakiyan de herî kêm 3 leşker û çeteyek hatine kuştin û gelek çete jî birîndar bûne. Her wiha di çalakiyan de siwareyek jî hate rûxandin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Şervanên me di 25 û 26’ê mehê de li Efrîn û bajarokê Mare li hember hêzên dagirker ên ku di bin navê pêkanîna aramiyê de dewriye digeriyan, 4 çalakiyên bibandor pêk anîn.

1. Di dîroka 25’ê mehê de şervanên me li navenda bajarê Efrînê, li hember seyareyeke leşkerî ya ku 5 leşkerên Tirk û hejmareke terorîstên Sultan Mûrad tê de bûn, çalakiyek pêk anî. Der heqê hejmara kuştî û birîndarên dijmin de agahiyeke zelal nehat bidestxistin.

2. Şervanên me di 26’ê mehê de li taxa Mehmûdiye ya Efrînê li hember terorîstên Tirk çalakiyek bibandor pêk anî. Di encama çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin, leşkerek hat birîndarkirin.

3. Di heman dîrokê de yekîneyeke me li gundê Tiwêsê yê ser bi Mareyê ve li hember seyareyeke çekên giran a koma terorîst Cebhet El-Şamiye çalakiyek pêk anî. Di encama çalakiyê de seyare hat rûxandin lê der barê hejmara kuştî û birîndaran de agahiyek zelal nehat bidestxistin.

4. Di 26’ê mehê de yekîneyeke me li hember baregeheke çeteyan li Mareyê çalakiyek pêk anî. Di encama pevçûnekê de ku di navbera şervanên me û terorîstan de pêk hat, çeteyê bi navê Diab Seîd hate kuştin; çeteyên bi navên Îbrahîm Mihemed Îdrîs, Diya Memûn Neharî, Semîr Îbrahîm û Diya Mihemed birîndar bûn.”

ANHA