Li Stockholmê ji bo Leyla Guven piştgiriya jinan

Li paytexta Swêdê Stockholmê komek jinên endamên rêxistinên jinan ên cuda, bi peyamekê piştgirî da Leyla Guven ku 81 roj e di greva birçîbûnê de ye.

Li Stockholmê ji bo Leyla Guven piştgiriya jinan
27 ÇILE, 2019   09:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Jinên li Stockholmê ya paytexta Swêdê kom bûn, wêneyên Leyla Guven hildan û nameya ku ji Guven re nivîsandibûn xwendin.

Jinan diyar kir ku ew têkoşîna leyla Guven a ji bo demokrasî û mafên mirovan dişopînin û destekê didin wê. Jinan xwest tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û destûr bê dayîn ku parêzer û xizmên xwe bibîne.

Jinan bi bîr xist ku Tirkiye dewleteke faşîst e ku zextê li hemû kesên destekê nadin polîtîkayên Erdogan dike û bi hezaran muxalîf girtine. Her wiha bang li hêz û raya giştî ya navneteweyî jî hate kirin ku ji bo qebûlkirina daxwazên Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê bikevin nava liv û tevgerê.

Jinan wiha got: "Em dixwazin girtiyên siyasî hemû werin berdan. Em dixwazin tecrîdkirina Abdullah Ocalan bi dawî bibe."

ANHA