Komîteya Hundirîn qexekirina çûn û hatinê dirêj kir

Komîteya Hundirîn a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê qedexekirina derketina derve li bajarokê El-Mensûra 72 saetên din jî zêde kir.

Komîteya Hundirîn qexekirina çûn û hatinê dirêj kir
27 ÇILE, 2019   08:57

TEBQA

Komîteya Hundirîn a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê têkildarî qedexekirina çûn û hatinê ku li bajarokê El-Mensûra yê gundewarên başûrê rojhilatê Tebqayê hatiye ferzkirin, biryarnameyek derxist.

Di biryarnameyê de wiha hate gotin:

"Ji ber rewş û bûyerên ku aramî û ewlehiya bajarê Tebqayê û gundewarên wê û li ser biryarnameya ku beriya niha ji aliyê Komîteya Hundirîn ve 24`ê Çileya 2019`an hate derxistin, biryar hat dayîn ku dema biryarnameyê were dirêjkirin:

1- Hemleya ewlehî û leşkerî li herêmê berdewam dike heta ku hemû armancên xwe pêk bîne û hemû kesên ku jiyana welatiyan û aramî û ewlehiya herêmê tevlihev dikin, tune bibin.

2- Qedexekirina çûn û hatinê 72 saetên din hat dirêjkirin. Qedexekirin ji saetên sibê roja Yekşemê 27`ê Çileya 2019`an dest pê dike.

3- Divê hemû gel li gorî biryarnameyê tev bigerin da ku aramî û ewlehiya wan were parastin û ji aliyên leşkerî û ewlehiyê re bibin alîkar."

(bx)

ANHA