Perestgeha Endarê ya Efrînê salek berê rûxandin

Balafirên artêşa Tirk a dagirker salek berê perestgeha Endarê ya dîrokî rûxand. Perestgeh di lîsteya UNESCO`yê de wek girîngtirîn şûnwarên dîrokî hatiye sinifandin.

Perestgeha Endarê ya Efrînê salek berê rûxandin
Perestgeha Endarê ya Efrînê salek berê rûxandin
Perestgeha Endarê ya Efrînê salek berê rûxandin
Perestgeha Endarê ya Efrînê salek berê rûxandin
Perestgeha Endarê ya Efrînê salek berê rûxandin
Perestgeha Endarê ya Efrînê salek berê rûxandin
Perestgeha Endarê ya Efrînê salek berê rûxandin
Perestgeha Endarê ya Efrînê salek berê rûxandin
Perestgeha Endarê ya Efrînê salek berê rûxandin
27 ÇILE, 2019   08:06

ŞERVÎN MISTEFA / EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker ji 20`ê Çileya 2018`an ve bi rêya balafir, tank û topavêjên xwe êrîşî kantona Efrînê kir. Di 18`ê Adara 2018`an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kir.

Li Efrînê malên şêniyan, cihên giştî, cihên pîroz û dîrokî ji êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nefilitîn. Heta gihaşt asta ku şaristaniya Efrînê di hewldanekê de ji bo qirkirina wê şaristaniyê wêran bikin.

Perestgeha Endarê ya dîrokî ya kantona Efrînê rastî êrîşên balafirên artêşa Tirk a dagirker di 27`ê Çileya 2018`an de hat. Li gorî jêderan dîroka perestgehê vedigere beriya niha bi 3 hezar û 300 sal.

Di encama topbaranê de, beşeke mezin ji perestgehê wêran bû, parçeyên dîrokî, sembol û neqşeyên wê tarûmar bûn.

Kurtedîroka perestgeha Endarê

Perestgeh bi 1 km li rojavayê gundê Endarê yê girêdayî navçeya Şêrawa ye û bi 6 km ji aliyê başûr ve ji navenda bajarê Efrînê dûr e. Perestgeh ji girîngtirîn cihên dîrokî yên herêmê tê hesibandin. Perestgeh li gorî şêwaza Mîtanî û Hîsiyan hatiye avakirin.

Di perestgehê de peykerên mîna Ebû El-Hol û şûnwarên lingên mezin tevî peykerên şer li koşeyekê wê hene.

Perestgeh li ser girekî hatiye avakirin. Gir ji du beşan pêk tê; beşek li başûr, biçûk û kevn e û yeke din li bakur, mezin e. Girêdayî beşa başûr, zanyarên şûnwaran dibêjin ew gundekî ji Serdema Kevirê Nûjen bû û bi çandiniyê dihat naskirin. Mirov ji derdora 10 hezaran salan ve lê bi cih bûne. Lê xebatên lêgerînê yan jî vekolandinê yên berfireh lê nehatine meşandin, tenê bi rêya amûrên ji kevir sewan (çeqmaq), kevirên avakirinê ku vedigerên Serdema Kevir a Nûjen dîroka vê beşê hatiye naskirin. Beşa li bakur jî ji du beşan pêk tê. Ew jî erdekî rast bû bi rûbera 4 hezar û 600 metredam e û navê `Bajarê Jêrîn` lê hatiye kirin.

Topbarana balafirên artêşa Tirk a dagirker li ser perestgehê rastî bertekên Desteya Çand û Şûnwaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Gerînendetiya Şûnwaran û muzexaneyên rejîma Sûriyê hat.

(şx)

ANHA