Şêx û rûspiyên Reqayê: QSD`ê ji bo ewlehiya herêmê bi sedan fedakarî dane

Şêx û rûspiyên êlên Ereb ên bajarê Reqayê tekez kir ku ew li rex QSD`ê ne ku bi sedan şehîd ji bo ewlehiya herêmê dane. Her wiha tekez kirin ku aliyên derve li paş bûyerên dawîn li herêmê rû dane, disekinin.

Şêx û rûspiyên Reqayê: QSD`ê ji bo ewlehiya herêmê bi sedan fedakarî dane
27 ÇILE, 2019   08:10

HEMÎD EL-ELÎ / REQA

Girêdayî bûyerên dawîn ku liherêmê rû dane û gefên Tirkiyê, şêx û rûspiyên êlên Ereb ên Reqayê ji ajansa me re axivîn. Her wiha tekez kirin ku aliyên derve ku dixwazin ewlehiya herêmê têk bibin, berpirsên bûyerên dawîn in.

Şêx Mihemed El-Şihaze şêxê êla El-Neîm a parêzgeha Hesekê wiha got: "Rewşa tevliheviyê ya El-Mensûra, berê ji hêla aliyên derve ve ku dixwazin ewlehiya herêmê têk bibin hatibû plankirin. Gelê me ewle ye û ji bo jiyana ewle gelek fedekarî dane. Armanca fitneyê têkbirina ewlehiyê ye. Fitne ji hêla kesên girêdayî ajandeyên derve ve pêk hat."

Şêx Mihemed El-Şihaze wiha domand: "Wek rûspiyên êlên herêmê em li dijî her kesekî hewl dide ewlehiya vî welatî têk bibin. Di bin banê QSD`ê de ya ku sîwana wê ya siyasî heye, em ji hêzê û tevahiya meclisên ku bi şev û roj ji bo ewlehiya herêmê kar dikin re, rêzdar in."

Her wiha şêx û rûspiyê êla El-Efdalê Ayid El-Hadî destnîşan kir ku ew ê nehêlin tu kes sifeta wî çi dibe bila bibe, bi ewlehiya herêmê bilîze û wiha anî ziman: "Em bang li fermendariya QSD`ê dikin ku bi awayekî cidî her kesê bi ewlehiya herêmê bilîze, yan jî destê xwe bide aliyek biyanî, muhesebe bike.”

Ayid El-Hadî wiha gotinên xwe berdewam kir: "Meclisa Sûriya Demokratîk ew aliyê tekane ye ku dikare bi hemxw aliyan re danûstandinê bike. Em bi danûstandina Sûrî-Sûrî re ne, em ne li dijî wê ne. Lê em li dijî her şaneyên hewl didin ewlehiya herêma me, têk bibe. Va ye MSD`ê li vir e, her aliyek dixwaze danûstandinan bike, bila kerem bikin em amade ne bi wan re li ser maseyekê rûnin."

Ayid El-Hadî destnîşan kir ku binpêkirinên Tirkiyê û daxuyaniyên Tirkiyê ku êdî serdestiya Sûriyê tehdît dike, diyar in. Ji ber wê ew mudaxeleyên wê bi tundî red dikin û ev tişt anî ziman: "Em bang li şêniyan dikin bi tu aliyekê re ku bi pere hatine kirîn û hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin, têkîliyan çênekin."

Girêdayî heman mijarê şêxê êla El-Musa El-Zahir û endamê Meclisa Zagonsaz a Reqayê Ibrahîm El-Hadî wiha axivî: "Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê divê em alîkariya hev bikin. Hewce nîn e ku pirsgirêk ew qas mezin bibe. Tirkiyê me bi terorîst û cudaxwaz bi nav dike, rejîm wek îxanetkar bi me re teamûl dike û her kesek bi QSD`ê re dixebite, wî bi xayînê welat bi nav dike. DAIŞ`ê jî em bi murted û terorîst bi nav kir. Gelo çima em li xwe venagerin û diyar nakin em çi dixwazin?"

Di dawiyê de Îbrahîm El-Hadî ev tişt got: "Em ewlehî û aramiyê ji welatê xwe re dixwazin. Ev xwesteka me ye. Tiştek ji bilî wê di bin banê QSD`ê de ya ku têra xwe fedekarî û şehîd dane, naxwazin. Divê em li ser xwe bisekinin û bibêjin ev tişt ne rast e, şaş e. Îro wek şêx, rûspî û rewşenbîrên vî welatî, divê em alîkariya hev bikin da ku vê fîtneyê derbas bikin. Em zarên vê welatî û tenê bi hebûna me wê ava bibe."

(şx)

ANHA