`Armanca Barîn, Bêrîtan, Avesta û Silavayan bi bin nakeve`

Koordînasyona Kongreya Star salvegera 4`emîn a rizgarkirina kantona Kobanê pîroz kir û wiha got: "Projeya ku di oxirê de Barîn, Bêrîtan, Avesta û Silava şehîd bûn, bi bin nakeve."

`Armanca Barîn, Bêrîtan, Avesta û Silavayan bi bin nakeve`
27 ÇILE, 2019   08:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi minesebeta salvegera 4`emîn a rizgarkirina Kobanê, Koordînasyona Kongreya Star a Bakurê Sûriyê daxuyaniyek da, tê de diyar kir ku roja rizgarkirina bajarê Kobanê keleha berxwedanê, bû rojeke dîrokî di dîroka Kobanê de û wiha got: "Ji ber ku bi lehengiya şervanên wê ji destê rêxistina herî terorîst di cîhanê de, hate rizgarkirin.”

Di daxuyaniyê de wiha hate destnîşankirin: "Em wek Koordînasyona Kongreya Star salvegera rizgarkirina Kobanê silav dikin û bejna xwe li hember şehîdên leheng xwar dikin."

Koordînasyonê destnîşan kir ku destkeftî û serkeftinên ku bi hemû aliyan li Bakurê Sûriyê pêk hatin, bi saya ewlehiya jiyanê û beşdarbûna hemû pêkhateyan di Rêveberiya Xweser li Bakurê Sûriyê de û serkeftinên şervanan niha di hemleya rizgarkirina Dêrazorê de pêk tên.

Koordînasyonê di daxuyaniyê de wiha got: "Em soza xwe nû dikin ku em ê di rêya şehîdan de bimeşin û hemû Efrînê û herêmên Sûriyê ji dagirkeriya Tirkiyê rizgar bikin. Çawa planên Tirkiyê li Kobanê têk çûn, dê li Efrînê jî têk biçin, ew bajarê ku Tirkiyê dagir kir, lê bi berxwedana şêniyên Efrînê li kantona Şehbayê dê planên Tirkiyê têk biçin, projeya ku di  oxira wê de Barîn, Bêrîtan, Avesta û Silava şehîd bûn, bi bin nakeve. Erdogan çi qas kuştinan bike jî bi ser naveke, çeteyên wî çi qas bidizin û talanê li hember projeya demokratîk a Bakurê Sûriyê bikin, bi ser nakevin."

Koordînasyonê di dawiya daxuyaniya xwe de soza xwe li hember têkoşerên azadiyê da û diyar kir ku ew ê heta pêkanîna armancên gel di avakirina Sûriyeke pirreng, demokratîk û nenavendî de li ser rêya şehîdan bin.

(jo)

ANHA