'Di şoreşan de berxwedana gelan' navnîşana semînera rewşenbîran e

Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê şaxê Dêrikê semînereke li ser berxwedana gelan di şoreşan de li navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê da.

'Di şoreşan de berxwedana gelan' navnîşana semînera rewşenbîran e
22 ÇILE, 2019   19:15

QAMIŞLO

Bi beşdarbûna bi dehan rewşenbîran, Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê îro semînerek bi navnîşan 'Di şoreşan de berxwedana gelan' orgenîze kir.

Semîner bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê endamê rêveber ê Yekîtiya Rewşenbîran şaxê Dêrikê Diyab Hac Cemîl semînera girêdayî berxwedana gelan da.  Diyab Hac Cemîl bibîr xist ku berxwedan li gel Ronanan beriya zayînê destpê kiriye, tevî wê jî şoreşa koleyan li Afrîkyayê, şoreşa azadîxwazan û gelek şoreşên din ên ku di dirêjahiya dîrokê de hatine lidarxistin.

Hac Xelîl di semînerê de wiha got: "Peymanên yazdanî(îlahî) wek destpêka şoreşên olî bûn, divê şoreş li ser bingeh û rêgezan ava bibe û yê ku şoreşê bi rêve dibe divê xwedî fikrek û felsefeyekê be da ku civakê bi rêve bibe û şoreş biserbixe. He wiha  divê zemînek gelêrî ji şoreşan re were avakirin da ku hêza xwe ji gel bigire tevî ku wî perwerde bike û daxwazên wî pêk bîne."

Di dawiya semînerê de Diyab Hec Xelîl got: "Divê rewşenbîr di şoreşan de pênûsa xwe wek çek bi kar bîne rastiya peyamê û şoreşê xuya bikin."

(şx)

ANHA