Îsraîlê êrîşî Sûriyê kir, rejîmê bersiv da

Rejîma Sûriyê ragihand ku hêzên wan ên parastina asmanî bersiva êrîşên Îsraîlê yên li başûrê welêt dan.

Îsraîlê êrîşî Sûriyê kir, rejîmê bersiv da
20 ÇILE, 2019   12:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA ya fermî ya rejîma Sûriyê li ser zimanê çavkaniyeke leşkerî ragihand ku Hêzên parastina asmanî bi awayekî çalak bersiva êrîşên asmanî yên Îsraîlê yên li dijî herêma başûr dan û nehiştin armancên xwe pêk bînin.

Roja 11`ê Çileyê jî hêzên Îsraîlê li derdora Şamê êrîşên asmanî pêk anîbûn.