‘Bi rihê Avesta Xabûr em ê Efrînê rizgar bikin‘

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo bi hemû pêkhateyên xwe bi armanca şermezarkirina dagirkirina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê re û bi wesîleya salvegera yekemîn a êrîşên li ser Efrînê, meşek li dar xist.

‘Bi rihê Avesta Xabûr em ê Efrînê rizgar bikin‘
‘Bi rihê Avesta Xabûr em ê Efrînê rizgar bikin‘
‘Bi rihê Avesta Xabûr em ê Efrînê rizgar bikin‘
‘Bi rihê Avesta Xabûr em ê Efrînê rizgar bikin‘
‘Bi rihê Avesta Xabûr em ê Efrînê rizgar bikin‘
‘Bi rihê Avesta Xabûr em ê Efrînê rizgar bikin‘
‘Bi rihê Avesta Xabûr em ê Efrînê rizgar bikin‘
‘Bi rihê Avesta Xabûr em ê Efrînê rizgar bikin‘
20 ÇILE, 2019   12:26

QAMIŞLO

Şêniyên Dêrikê di salvegera yekemîn a êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê de meşek li dar xist û bi yekdengî dirûşmeyên şermezarkirina dagirkirina Efrînê berz kirin.

Şêniyên Dêrikê bi hemû pêkhateyên wê, endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û oldar tev li meşê bûn.

Meş ji Qada Azadî dest pê kir. Di meşê de wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, wêneyên zarokên Efrînê ku di encama topbaran Tirkiyê de şehîd bûn û pankartên bi nivîsa "Na ji dagirkeriya Tirkiyê re”, "Qîrîna zarokên Efrînê bibihîzin" û "Divê herêm li pêşiya firîna balafiran were qedexekirin" hatin hildan.

Meş li Qada Şehîd Beyrem veguherî mitîngê. Mitîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê bi navê Kongreya Star hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Mihemed Emîn axivî û hemû şehîdên azadiyê di şexsê şehîdên Berxwedana Serdemê de bi bîr anîn. Perwîn di axaftina xwe de got dewleta Tirk a dagirker ji serdema Osmaniyan û heta avakirina Komara Tirkiyê bi kuştin û qirkirina gelan tê naskirin.

Perwîn destnîşan kir ku Efrîn mînaka jiyana hevbeş, azadî û demokrasiyê ye, fikr û felsefeya demokrtîk ji xwe re esas girt lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 20`ê Çileya 2018`an bi hevakariya navdewletî êrîşî herêmên ewle kir ku sivîl tê de bi aramî û ewlehî dijiyan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi rihê şehîdên Efrînê, bi rihê Avesta Xabûr û hevrêyên wê dê berxwedan berdewam bike û dê Efrîn rizgar bibe."

Paşê ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan Nazlî Dêrik axivî û Berxwedana Serdemê silav kir. Nazlî di axaftina xwe de destnîşan kir ku Berxwedana Serdemê di qonaxa xwe ya duyemîn de didome, rêzeçalakî li dijî faşîzma Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê têne lidarxistin.

Di dawiyê de dirûşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya navdewletî der barê binpêkirinên li Efrînê de her wiha silavkirina Berxwedana Serdemê di qonaxa xwe ya duyemîn de hatin berzkirin.

Li Tirbespiyê jî gel li qadan bû

Li navçeya Tirbespiyê jî şênî derketin qadan û piştgiriya Berxwedana Serdemê li Efrînê kirin û salvegera êrîşên dijminatiya Tirkiyê li ser Efrînê şermezar kirin. Meşvan ji pêşiya navenda Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê kom bûn û paşê di nava kolanan geriyan û pankartên li ser nivîsa "Na ji dagirkeriya Tirkiyê re", "Em dixwazin qedexeya firîna balafiran bê ferzkirin" hildan û dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê li Efrînê berz kirin. Meş li Çerxerêya Azadî rawestiya.

Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Qamişlo Bêrîvan Yûnis axivî û destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyê li dijî hemû projeyên demokratîk li herêmê disekinin û hemû komkujiyên nemirovî der heqê şêniyên Efrînê de ku pêk tîne, mînaka wê yekê ne.

Paşê endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakurê û Rojhilatê Sûriyê Hediye Şemo axivî û teqez kir ku Efrîn cihê hemû pêkhateyên koçber bû û wiha got: "Beşdarbûna piştgiriya rizgarkirina Efrînê erkekî exlaqî û mirovî ye."

Meş bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

(ekîb)

ANHA