Şêniyên Serêkaniyê ji bo Efrînê meşiyan

Bi sedan şêniyên bajarokê Zirganê û Serêkaniyê di salvegera êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê de, dagirkeriya Tirkiyê şermezar kir.

Şêniyên Serêkaniyê ji bo Efrînê meşiyan
20 ÇILE, 2019   12:00

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarokê Zirganê, Serêkaniyê û gundewarên wê li bar Avahiya Mala Gel kom bûn, li hember dagirkirina Efrînê û gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xist.

Di meşê de wêneyên şehîdên komkujiya Efrînê, şehîdên Berxwedana Serdemê û pankartên bi nivîsên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê hatin hildan.

Meş ber bi Qada Azadiyê a navenda bajarê Serêkaniyê ve veguherî mîtîngê. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistafa Axivî û wiha got: “Êrîşên dewleta Tirk li ser kantona Efrînê 20`ê Çileya 2018`an dest pê kirin. Şervanên QSD’ê û gelê Efrînê jî bi berxwedaneke mezin bersiv dan êrîşan. Şervan û gelên Efrînê 58 rojan li ber xwe da. Lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 18`ê Adara 2018`an de bi balafiran bajarê Efrîn, navçe û gundewarên wê dagir kirin.”

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mihemed Raşid axivî û anî ziman ku hemû çalakiyên wan ji bo rizgarkirina Efrînê ne û wiha got: “Îradeya me heye ku karibe li hember dagirkeran bisekine, ji ber ku bingeha têkoşîna me şehîdên me ne, wek ciwanên ji hemû pêkhateyên herêmê em ê hevgirtina xwe xurt bikin û Efrînê rizgar bikin.”

Endama Kongreya Star Selwa Hecî Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker projeya neteweya demokratîk li Efrînê kir hedef û wiha got: “Tirkiyê hewl dide destkeftiyên gelê Bakurê Sûriyê têk bibe, komkujî li dijî gelê Efrînê pêk anîn. Êrîşên li ser Efrînê jiyana hevbeş û biratiya gelan kir hedef, lê ev fikr tu carî têk naçe, ji ber berxwedana me li her derê me xwe bi rêxistin kir, bi vî rihî em ê Efrînê rizgar bikin û dagirkeran têk bibin.”

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

ANHA