Li Reqayê cenazeyê 3 cangoriyên azadiyê bi merasîmekî  heybet hatin veşartin

Bi tevlîbûna bi sedan welatiyên herêma Reqayê cenazeyê şervanên QSD‘ê Mihemed Cûce, Ebdulezîz El-Şewax û endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hisên El-Qesab li goristana şehîdan a li gundê Hikûmiyê hatin veşartin.

Li Reqayê cenazeyê 3 cangoriyên azadiyê bi merasîmekî  heybet hatin veşartin
Li Reqayê cenazeyê 3 cangoriyên azadiyê bi merasîmekî  heybet hatin veşartin
Li Reqayê cenazeyê 3 cangoriyên azadiyê bi merasîmekî  heybet hatin veşartin
Li Reqayê cenazeyê 3 cangoriyên azadiyê bi merasîmekî  heybet hatin veşartin
Li Reqayê cenazeyê 3 cangoriyên azadiyê bi merasîmekî  heybet hatin veşartin
Li Reqayê cenazeyê 3 cangoriyên azadiyê bi merasîmekî  heybet hatin veşartin
13 ÇILE, 2019   18:59

REQA

Sedan kesî cenazeyê şervanên QSD`ê Mihemed Cûce û Ebdulezîz El-Şewax (Ebû Abdullah) yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hisên El-Qesab ên li ser karê karê xwe şehîd bibû ji çerxerêya Firûsiya ya bajarê Reqayê wergirtin û ber bi goristana gundê Hikûmiyê ve birin.

Kerwanê cenaze ji aliyê şêniyên gundê Hizîmê, Ebara û Hikûmiyê ve hate pêşwazîkirin.

Merasîmê bi deqeya rêzgirtinê û merasîmê leşkerî dest pê kir.

Ji fermandarên QSD`ê Mahir Heleb axivî û got "Em di qonaxeke hesas re derbas dikin. Tirkiye gefên êrîşkirinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, lê me gelek şehîd dane û eger êrîş hatin ser me em ê hîn şehîdan bidin û li hember tevahî komployên navdewletî yên plankirî bisekinin"

Mahir Heleb soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên bi keda şehîdan hatine bidestxistin da.

Di berdewama merasîmê de, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan rêveberê meclisê Ebûd Ewed sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha axivî: "Em teslîm nabin, em destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine qezenckirin biparêzin, heger ne ji şehîdan baye em niha li ser ne disekinîn, em soz didin ku em ê xeta wan bişopînin heya bi serkevin."

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan hatin definkirin.

(dh)

ANHA