Alîkarê Wezîrê Derve yê Sûriyê: Daxuyaniyên kurdan erênî ne

Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê rêjîma Sûriyê Eymen Sûsan got, daxuyaniyên Kurd ên derbarê parastina yekîtiya gel û xaka Sûriyê erênî ne.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Sûriyê: Daxuyaniyên kurdan erênî ne
13 ÇILE, 2019   18:16

NAVENDA NÛÇEYEN

Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê rêjîma Sûriyê Eymen Sûsan îro yekşemê di daxuyaniyeke çapemeniyê de diyar kir ku ew tu kesî ji xebatên siyasî dûr naxe û got: "Hemû Sûrî ji bo tevlêbûnê hatine vexwendin."

Li gorî RT Sûsan  her wiha daxuyaniyên kurdan ên derbarê yekîtiya xak û gelê Sûriyê de erênî nirxand û got, " Kurd welatiyên Sûrî ne û beşek ji tevna niştimanî ya Sûriyê ne. Bi diyalogan re em dikarin hin daxwaznameyên kurdan çareser bikin, diyalog wê vê yekê mîsoger bike madem xwe dispêre yektiya xaka Sûriyê."

Alîkarê Wezîrê Derve yê rêjîma Sûriyê Eymen Sûsan got "Mercên heye atmosfêreke erênî ji bo diyalogan afirand, em destekê didin vê yekê."