ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-01-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-01-2019
14 ÇILE, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Cenazeyê şervanê QSD‘ê Mihemed Leylî (Ehmed Girkê Legê) yê ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibû li goristana şehîdan a navçeya Til Hemîsê tê veşartin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Têkoşer Xebat Dêrikê di salvegera şehadeta xwe ya 7‘emîn de bi merasîmekê li goristana Şehîd Xebat tê bibîranîn, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya mertala zindî  li dijî gefên Tirkiyê li ser sînorê di navbera Serêkaniyê û Bakurê Kurdistanê de bi tevlêbûna sedan kesî di roja 27‘an de didome. Her wiha çalakiya li Kobanê û Minbicê jî berdewam in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê ji bo şermezarkirina gefên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşekê li dar dixe, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya PYD‘ê li Kantona Kobanê di roja 4‘emîn de didome. Di çalakiya îro de dê xebatên partiyê li ser asta navçeya Çelebiyê werin nirxandin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Kantona Girê Spî û Buroya Têkiliyên Giştî ya QSD‘ê bi armanca nirxandina geşedanên siyasî û gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şêniyên navçeya Hemam Turkmen re dicivin, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberê bi navê Hozan Mihemed û malbata wî bersiva îdiayên Erdogan da ku dibêje ew ê xaka Sûriyê rizgar bike û koçberan vegerîne warên wan. Hozan destnîşan kir ku herêmên bin serweriya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ne ewle ne û tenê bûne qadên şer, talankirin û wêrankirinê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Pêkhateyên herêma Efrînê destnîşan kirin ku tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê dewletên kapîtalîzm ve fikrê netewa demokratîk dike hedef û gotin "Têkoşîna Ocalan ji bo tevahî gelan e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê partiyên destûra xwe ya fermî tune bin jî bikarin navendên xwe vekin, kete nava hewldanan û di encama wan hewldanan de Rêveberiya Xweser a herêmê destûr da ku ew partî navendên xwe vekin. Ev ji bo nêzîkatiya partiyên siyasî gaveke erênî bû. Dîsan partiyên kurdî yên bakurê Kurdistanê di çarçova hilbijartinên herêmî de hatin cem hev û yekitiya xwe îlan kir. Hatina cem hev a partiyên kurdî yên bakurê Kurdistanê gelek erênî bû. Lê banga KNK’ê heta niha ji aliyê partiyên ku bêdestûr dixwazin siyasetê bikin ve bê bersiv hatiye hiştin. Ev banga ku berjewendiya her kesî tê de heye, çima heta niha bê bersiv tê hiştin? Ev pirs niha ji aliyê her kesî ve tê pirskirin. Lê bersiveke berbiçav kes nade. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Parêzer Hesen El-Ehmed anî ziman ku, li gorî qanûnên navdewletî ne ji mafê tu dewletekê ye ku sînorên dewleteke din binpê bike. El-Ehmed teqez kir ku dewleta Tirkiye qanûnên Neteweyên Yekbûyî binpê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Jinên kantona Efrînê diyar kirin ku Kongreya Netewî ya Kurdistanê destkeftiyên şoreşa Rojava diparêze û rê li ber yekrêziya gelê Kurd li tevahî aliyên Kurdistanê vede û wekî lêvegera biryarên çarenûsî girêdayî parastina kurdan bi nav kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di dirêjahiya ser û êrîşên li dijî taxa Şêxmqsûd a Helebê de, jinên taxê bi rêxistin û berxwedana xwe mohra xwe li berxwedana taxê dan. Jinên ku fikr û felsefeya Ocalan bingeh girtine rolek sereke di berxwedana li rex zarên xwe de li eniyên şer lîstine heta bûn mînakek zindî ji dîroka jin re. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jin bi derdorê û rexneyan li hemberî wan bi bandor nebûne û li hemberî hewldanên qirkirin û pişaftina çand û nasnameya Kurd li ber xwe dan û cil û bergên ku ji kalik û pîrên xwe girtine parastine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Bi armanca pênasekirina dîroka Minbicê ya cihereng û hevgirtina gelan di dirêjahiya dîrokê de li hember êrîşkeran, Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê dest bi amadekirina şanoyek dîrokî bi navnîşan (Destana Hîropolîs a pîroz) dike. Şano dîroka Minbicê ji 2 hezar salan ve vedibêje. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariya Gel a Minbicê ji bo rewşên xwezayî yên awarte komîteyek ava kir. Her wiha plansaziyên xwe yên xizmetguzariyê ya sala nû pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Sûka gelerî ya bajaroka Mergeda ya girêdayê kantona Hesekê jêdera qûta şêniyên bajarokê ye. Di sûkê de cudahiya tebaqatan di navbera xizan û dewlemendan de nayê dîtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA