Şêniyên Bakurê Sûriyê: Em ê li hemberî gefên Tirkiyê bibin mertal

Çalakgerên li ser sînorê di navbera Serêkaniya Rojava û Bakurê Kurdistanê de anîn ziman ku herêmên Rojhilat û Bakurê Sûriyê wê nebin parçeyeke ji xaka dewleta Osmaniya nû ya ku Erdogan dixwaze zindî bike.

Şêniyên Bakurê Sûriyê: Em ê li hemberî gefên Tirkiyê bibin mertal
Şêniyên Bakurê Sûriyê: Em ê li hemberî gefên Tirkiyê bibin mertal
Şêniyên Bakurê Sûriyê: Em ê li hemberî gefên Tirkiyê bibin mertal
Şêniyên Bakurê Sûriyê: Em ê li hemberî gefên Tirkiyê bibin mertal
Şêniyên Bakurê Sûriyê: Em ê li hemberî gefên Tirkiyê bibin mertal
13 ÇILE, 2019   17:44

HESEKÊ

Çalakiya mertala zindî ya bi armanca şermezarkirina gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser sînorê di navbera Serêkaniya Rojava û Bakurê Kurdistanê de di roja 26‘an de didome. Şandeyên ji navçeyên Rimêlan, Girkê Legê, Çil axa û hin deverên din ên herêma Cizîrê îro herikîn bin kon.

Çalakgaran gefên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û teqez kirin wan li dijî dagirkeran rêya berxwedanê pejirandine.

Di çalakiyê de endamê rêveber ê Meclisa PYD`ê ya navçeya Çil Axa Sirûr Şetî, Hevseroka Meclîsa navçeya Girkê Legê Xaliya Selmo û Rêvebeerê Meclîsa navçeya Til Koçer Ehmed Hemûd axivîn. 

Di axaftinan de hate gotin ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefên dewleta Tirk red dikin û Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê nebe beşeke ji dewleta Osmaniya nû ku Erdogan dixwaze zindî bike

Kesên axivîne soz dan ku ew ê xeta netewa demokratîk û jiyana hevbeş dewam bikin û planên dagirkeran vala derxînin.

Di axaftinan de hate gotin ku dewleta Tirk dijminê yekemîn ê gelê Sûriyê û hate destnîşankirin ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî gefên dagirkeriya Tiriyê bibin mertal û gefên dagirkeran gelê herêmê natirsîne.

Çalakî dê berdewam bike ta gefên Tirkiyê bi dawî bibin.

(dh)

ANHA