Gelê Minbicê şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kirin

Cenazeyê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Nûrî Ehmed Şêxo û Mihemed Mustefa yên ku di encama teqîna mayînekê bi erebeya wan ve şehîd bibûn bi merasîmekî girêseyî spartin axê.

Gelê Minbicê şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kirin
Gelê Minbicê şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kirin
Gelê Minbicê şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kirin
Gelê Minbicê şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kirin
Gelê Minbicê şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kirin
Gelê Minbicê şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kirin
Gelê Minbicê şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kirin
Gelê Minbicê şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kirin
Gelê Minbicê şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kirin
13 ÇILE, 2019   17:01

MINBIC

Bi tevlêbûna sedan şêniyên Minbicê, endamên komîte û saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê ku wêneyên şehîdan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hilda bûn li pêşiya Nexweşxaneya Firatê kom bûn. Girseya gel piştî ku cenaze ji nexweşxaneyê wergirtin ber bi goristana Şehîdan ve bi rê ketin. Di wê navberê de dirûşmeyên şehîd Namirin hatin beriz kirin.

Merasîm bi toraneke leşkerî dest pê kir, piştre Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatme El-Dîbai axivî û got: " Minbicê wê hertim parastî be, madem ku zarên wê ji bo ewlehiya wê xwe feda dikin. Şehîdên ku xwe feda kirin bûne mişeleya ku rêya azadiyê ronî dike."

Bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ciwan Ehmed axivî û teqez kir ku ewlehî û aramiya li Minbicê berhemê keda şehîdan e û got: "Şaneyê veşartin yên ku gel û wijdanê xwe bi dolaran firotine hewl dide bi rêya derxistina tevliheviyê planên dagirkiriya Tirkiyê pêk bînin."

Ciwan got, dema cenazeyê şehîdekî tê binaxkirin bi hezaran lehengên mîna xwe wî diafirin.

Ciwan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku şehîd pêşengên wan ên manewî ne û soza şopandina xeta wan dûbare kir.

Piştre bi navê navên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê endamê Meclîsa Zagonsaz Adil Mihemed soza parastina biratiya gelan ji êrîşên dagirkeriyê da û anî ziman ku êrîşên û gefên Tirkiyê û çeteyên wê îradeya gal naşkîne.

Bi navê Malbata Şehîd Nûrî Ehmed Şêxo, Mehmûd El-Şêx axivî û got " Zarokên Minbicê li hember çeteyên DAIŞ`ê şer kirin heya tine kirin, em kêliyekê jî ji parastian welatê xwe nerevin em ê giyanê xwe ji bo axa xwe feda bikin, em soza didin şehîdan li ser rêya wan bimeşin"

Di dawiyê de nasnameyê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin.

Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn cenazeyê şehîdan di nava dirûşmeyên "Şehîd Namirin" spartin axê.

(dh)

ANHA