QSD‘ê encamên şerên 24 saetên dawîn eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) bi daxuyeniyekê encamên 24 saetên dawîn ên Şerê Tinekirina Terorê eşkere kir. QSD'ê teqez kir ku 23 çete hatin kuştin û 18 nuqteyên wan hatin rûxandin.

QSD‘ê encamên şerên 24 saetên dawîn eşkere kir
13 ÇILE, 2019   16:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina QSD'ê îro bi daxuyeniyekê encamên 24 saetên dawîn ên Şerê Tinekirina Terorê ya ku li herêma Hecînê li gundewarê Dêrazorê rû didin, eşkere kir

Daxuyanî wiha ye:

'Li gel topbaran balafirên Koalîsyona Navdewletî şervanên me êrîşeke berfireh birin ser bargeh û nuqteyên terorîstan li bajarokê El-Şefaa. Di encamê de şerên dijwar rû dan û hêzên me hejmarek terorîst tine kirin, 2 km pêşde çûn û li 24 nuqteyên nû bicih bû.

Di eniyek din de, şerek dijwar di navbera şervanên me û endamên rêxistina terorîst rû dan. Di encamê de hejmarek terorîst birîndar bûn û hejmarek hatin kuştin. Şervanên me jî 1.5 km pêşde çû û li 35 nuqteyên nû ava kirin.

Ji aliyê xwe ve tîmên endezeya leşkerî yên girêdayî hêzên me, dest bi bandorkirina mayînên ku çeteyan li herêmê çandine kirin.

Li devereke din jî şer derket û çend saetan dom kir. Di wan şeran de hejmarek terorîst hatin kuştin û birîndar bûn û yên din jî reviyan. Hêzên me bi 2 km pêşde çû û 14 nuqteyên din bi dest xistin. Her wiha balafirên Koalîsyona Navdewletî bi êrîşên hawayî nuqteyên çeteyan ên avêtina fuzeyan kirin hedef.

Li eniyeke din, endamên rêxistina terorîst êrîş birin ser hêzên me. Terorîstan di wê êrîşê de hemû cureyên çekên giran û sivik di nav de fuzeyên espigino û erebeyên doşka li ser bi karanîn. Lê şervanên me bersiv êrîşên wan dan û di nav wan de kuştî û birîndar terorîstan çêbûn. Her wiha hejmarek şervanên me sivik birîndar bûn û ji nexweşxaneyan re hatin veguhestin.

Şervanên me piştî şer xebatên lêgerînê li herêmê dane destpêkirin û gelek mayîn ji aliyê tîmên rakirina mayînan hatin bê bandorkirin.

Şer li hemû eniyan berdewam e heya kêliya amadekirina vê raporê.

Di nav wan şeran de hejmarek hevalên me gihaştin asta şehadetê û hindek din jî birînda bûn.

Encamên dawîn ên şer:

Hejmare kuştiyên terorîst: 23.

Windahiyên terorîstan: 18 nuqteyên terorîstan, kargehek mayîna, nuqteyek mayînan, erebeyek çekê giran, dempoyek sotemenî hatin rûxandin.

Hejmara êrîşên balafirên Koalîsyona Navdewleyî: 22.

Hejmara birîndarên şervanên me: 24 şervan.

Hejmare şehîdên me: 6 şehîd."

(şx)