Şêniyên Ebû Xeşeb şehîdên xwe oxir kirin

Bi sedan şêniyên bajarokê El-Kesra û gundewarên xeta Ebû Xeşeb cenazeyên 2 şehîdan li Goristana Şehîd Xidir El-Hemade oxir kirin. Her wiha nasnameyên 12 şehîdan hatin eşkerekirin.

Şêniyên Ebû Xeşeb şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Ebû Xeşeb şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Ebû Xeşeb şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Ebû Xeşeb şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Ebû Xeşeb şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Ebû Xeşeb şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Ebû Xeşeb şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Ebû Xeşeb şehîdên xwe oxir kirin
13 ÇILE, 2019   14:08

DÊRAZOR

Şêniyên bajarokê El-Kesra û gundewarên Ebû Xeşeb bi karwanekî girseyî cenazeyê şervanê QSD`ê Hisên Elî El-Mîyad û cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Hundrîn Ehmed El-Seho ku dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî şehîd bû, li Goristana Şehîd Xidir El-Hemade oxir kirin.

Cenazeyê şehîd Hisên û şehîd Ehmed ji deriyê veguhestina Ebû Xeşeb li gundê El-Mekman ji aliyê şêniyan ve hatin pêşwazîkirin.

Di merasîma goristanê de ji fermandarên QSD`ê Dilşêr axivî û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û şîfa ji birîndaran re xwest. Dilşêr destnîşan kir ku di van kêliyan de şervanên QSD`ê efsaneyên berxwedanê li dijî çeteyên DAIŞ`ê dinivîsin, her wiha teqez kir ku soz daye şehîd û gelê xwe ku ew ê heta dilopa xwîna xwe ya dawîn ji bo rizgarkirina xak û şêniyên xwe li ber xwe bidin.

Bi navê Hêzên Ewlehiya Hundirîn fermandar Demhat axivî û destnîşan kir ku ji bo parastina axa welat şehîdan canê xwe feda kir, ji bo wê jî soza şopandina rêya şehîdan heta dilopa xwîna xwe ya dawîn da û wiha anî ziman: "Em tu carî derfet nadin tu kesî ku bi navê olê zorê li gelê me bike. Em soz didin gelê xwe ku em ê heta dawiyê parastina wan bikin û heger cewhereke şoreşgerî di îslamê de hebe em in ên ku nûnertiya wê dikin.”

Bi navê Meclisa Sivîl Cîhan El-Lecî axivî û destnîşan kir ku rêya azadiyê pir dirêj e, heta ku mirov bigihîje dawiya wê divê qurbaniyan bide û wiha pê de çû: "Kesên ku canê xwe ji bo rizgarkirina xaka xwe feda dikin, ciwan in. Xaka welatê xwe bi xwîna xwe av dan. Pêşerojeke xweş ji zarokên me re peyda kirin. Em soz didin ku em ê heta dawiyê ji bo wefadariya bi şehîdan re şopdarên rêya wan bin."

Paşê wesîqeta her du şehîdan ji aliyê yek ji rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Wefaa Celal ve hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Her wiha nasnameyên 12 şehîdên Şerê Tunekirina Terorê hatin eşkerekirin.

Navên şehîdan wiha ne:

Nasir El-Kehîlat (Hogir), Xelîl El-Rizic (Îd), Welî Elî (Elî), Diya Xîf (Besam), Wayil El-Kesar (Esed), Hemûd El-Esaf (Elîşêr Kişkiyê), Ramî El-Fadil (Hisên), Welîd Ehmed (Seyif), Ehmed El-Keş (Kisofî), Heysem Casim (Rîtac), Ehmed El-Hesen (Nimis) û Feysel El-Ebid (Fehed)

Şehîdên QSD`ê 3`yê Çileyê di Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûne.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Ehmed û Hisên di nava dirûşmeyan de hatin oxirkirin.

(bx)

ANHA