Li Girê Spî dewreyeke disîplîna leşkerî dest pê kir

Akademiya Şehîd Siyamend a Disîplîna Leşkerî ya navçeya Eyn Îsa dewreyek bi navê Dewreya Şehîd Zinar da destpêkirin.

Li Girê Spî dewreyeke disîplîna leşkerî dest pê kir
Li Girê Spî dewreyeke disîplîna leşkerî dest pê kir
Li Girê Spî dewreyeke disîplîna leşkerî dest pê kir
Li Girê Spî dewreyeke disîplîna leşkerî dest pê kir
13 ÇILE, 2019   13:58

GIRÊ SPÎ

Li Girê Spî Akademiya Şehîd Siyamend a Disîplîna Leşkerî dewreya bi navê Dewreya Şehîd Zinar dest pê kir. Di dewreyê ku dê 60 rojan berdewam bike, waneyên leşkerî û bîrdozî dê bên dayîn.

Gelek fermandarên QSD, YPG û YPJ’ê tev li merasîma vekirinê bûn. Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîmê de fermandarê akademiyê Şahîn Ebdullah axivî. Şahîn Ebdullah dewre pîroz kir û wiha got: “Pêvajoya ku em tê re derbas dibin, pêwîstiya amadekariyê ji me dixwaze.”

Piştî axaftinê şervanan sond xwar. Merasîma vekirinê bi gerandina govendê bi dawî bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Zinar ji Kobanê ye û di berxwedana Kobanê de li gundê Metîn şehîd bûbû.

(jo/bm)

ANHA