12 şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Tebqayê 12 şervanên QSD`ê ku di meha Çileyê de û li cih û warên cuda şehîd bûbûn, bi bîr anîn.

12 şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
12 şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
12 şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
12 şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
12 şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
12 şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
13 ÇILE, 2019   14:14

TEBQA

Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Tebqayê ji bo 12 şervanên QSD`ê ku di meha çileyê de û li cih û salên cuda şehîd bûbûn, merasîma bîranînê li dar xist. Şehîdên hatine bibîranîn ev in: Siûd Elelî bi nasnav Elnemir Eleswed, Ehmed Mihell bi nasnav Ebû Hesen, Hemûd Elferwan bi nasnav Hemûd, Xelef Elhisên bi nasnav Xelef, Xelet Mibarek bi nasnav Xelef, Raid Ebdilezîz bi nasnav Elcezrawî, Ehmed Xelîl bi nasnav Dîno, Îbrahîm Rênas bi nasnav Rêmaz, Elaa Elmistef bi nasnav Ebû Îsmaîl, Mehmûd Hemûd bi nasnav Birûsk, Yûsiv Elmistefa bi nasnav Ebû Elî û Îsmaîl Xelîl bi nasnav Sîzar.

Bi dehan welatiyên bajêr, malbatên şehîdan, rûspiyên herêmê û nûnerên rêveberiya sivîl beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê find li ber wêneyên şahîdan hatin vêxistin.

Di merasîma bîranînê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Saziya Karûbarên Olî û Partiya Paşerojê ya Sûriyê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hemû şehîdên şoreşê hatin bibîranîn û hate gotin ku ewlehî û aramiya li herêmên bakurê Sûriyê bi saya fedakarî û berxwedana şehîdan pêk hatiye. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan hate nûkirin.

Piştî axaftinan sînevîzyona der barê jiyan û têkoşîna şehîdan de hate pêşandan û belgeyên şehîdan li malbatan hatin belavkirin.

(ekîb/k)

ANHA