Çalakvanên Helebê: Em ê şopdarên xeta Leyla Guven bin

Beşdarên çalakiya konvedanê ya bajarê Helebê soza şopandina rêya Leyla Guven ta azadiya Ocalan dan û destnîşan kirin ku gel ji hemû siyasetan bi hêztir e.

Çalakvanên Helebê: Em ê şopdarên xeta Leyla Guven bin
Çalakvanên Helebê: Em ê şopdarên xeta Leyla Guven bin
Çalakvanên Helebê: Em ê şopdarên xeta Leyla Guven bin
Çalakvanên Helebê: Em ê şopdarên xeta Leyla Guven bin
Çalakvanên Helebê: Em ê şopdarên xeta Leyla Guven bin
Çalakvanên Helebê: Em ê şopdarên xeta Leyla Guven bin
Çalakvanên Helebê: Em ê şopdarên xeta Leyla Guven bin
Çalakvanên Helebê: Em ê şopdarên xeta Leyla Guven bin
Çalakvanên Helebê: Em ê şopdarên xeta Leyla Guven bin
4 ÇILE, 2019   16:01

HELEB

Bi dirûşmeya “Na ji tecrîda li ser serok Ocalan û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re" Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê greva birçîbûnê li avahiya meclisê duh dabû destpêkirin.

Îro endamên Hêzên Parastina Civakî HPC, şervanên YPG, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Kongreya Star, Edaleta Civakî, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Tevgera Çand û Hunerê, Meclisa Tenduristiyê û nûnerên Mala Êzidî tev li çalakiyê bûn.

Di roja duyemîn a çalakiya konvedanê de axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girêdayî doza Kurd bi qeyda deng hate guhdarkirin.

Bi navê YPG'ê  şervan Ferhad Kobanê, bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî Abdullah, bi navê Hêzên Parastina Civakî  (HPC)Hûriye Mihemed, bi navê Kongreya Star Nedya Seydo, bi navê Edaleta Civakî Zuhêr Xilo axaftin hatin kirin.

Beşdaran di axaftinên xwe de pêwîstiya hevgirtina gelên herêmê li hember gefên Erdogan teqez kirin û gotin dê serî netewînin, lê belê ta azadiya Ocalan dê têkoşînê bidomînin.

Her wiha axaftvanan kêliyên serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bajarê Helebê bi bîr anîn û gotin gel rêya Ocalan bi heman asta ku di salên 90‘î de naskirine dişopînin û destkeftiyên ku hatine bidestxistin û hevgirtina gel berhema keda wan salan e.

Beşdaran destnîşan kirin ku dewleta Tirk tecrîdek giran li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kirine û anîn ziman ku tecrîd bi armanca dûrxistina ji gel ji Ocalan hatiye ferzkirin û hate gotin ku vîna û berxwedan ji siyasetên wan bi hêzitir in.

Kesên axivîne teqez kirin ku ew ê li hemberî gefên dagirkeriya Tirkiyê bisekinin û gotin "Çawa me taxa Şêxmeqsûd ji çeteyan rizgar kirin em ê li hemberî dagairkeran jî bi ser bikevin."

(şx)

ANHA