Sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Idrîs re hate xwestin

Bi sedam şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çil Axa û Til Koçerê sersaxî ji malbata şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Idrîs re xwestin. Mihemed Idrîs dema li ser erka xwe bû li bajarê Hesekê şehîd bûbû.

Sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Idrîs re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Idrîs re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Idrîs re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Idrîs re hate xwestin
4 ÇILE, 2019   15:31

QAMIŞLO

Şênî û şervanên YPG, Hêzên Erka Xweparastinê tev li merasîma sersaxiya şehîd Mihemed Idrîs bûn. Konê sersaxiyê li gundê Mesadê yê girêdayî navçeya Til Koçerê hate vedan.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre bi navê hêzên leşkerî fermendarê YPG'ê Şengal Til Koçer axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Şengal destnîşan kir ku ew li ber giyana şehîdan a pak bejna xwe ditewînin û soza şopandina rêya azadiyê û rûmetê da.

Di berdewama axaftina xwe de Şengal şervanên li eniyên şer silav kir û diyar kir ku di şoreşê de hevgirtina gel bingeh hatiye girtin.

Paşê hevserokê Desteya Hundirîn ê Herêma Cizîrê Kanan Berakat axivî û got: "Bi saya hevgirtina gelên herêmê me xak û mafê jiyana azad parastine, me ji her kesî re da diyarkirin ku em xwediyê vê axê ne, mafê me ye bi azad û rumet bijîn."

Bi navê malbata şehîd birayê şehîd Emîr Idrîs axivî û destnîşan kir ku tevî êşa şehadeta birayê wî lê dîsa jî bi fedekariya şehîd Mihemed Idrîs ser bilind in, ji ber ku ji bo azadiya gel û welat canê xwe feda kiriye.

Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(şx)

ANHA