Cenazeyê şervanê Hêzên Senadîd Şakir bi merasîmekê hate veşartin

Bi dehan şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên Girkê Legê û Til Koçerê cenazeyê şervanê Hêzên Senadîd a girêdayî QSD'ê Şakir Mihêmîd ê ku 2'yê Çileyê dema li ser erkê xwe bû li navçeya Til Koçerê şehîd bûbû veşartin.

Cenazeyê şervanê Hêzên Senadîd Şakir bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Senadîd Şakir bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Senadîd Şakir bi merasîmekê hate veşartin
4 ÇILE, 2019   16:21

QAMIŞLO

Girseya gel cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Şehîd Hogir a Dêrikê wergirtin û ber bi goristana şehîdan a navçeya Til Koçerê ya kantona Qamişlo ketin rê.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeya rêzgirtina leşkerî ji hêla şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ve destpê kir.

Piştre fermendarê Hêzên Senadîd Xelef Emaş axivî û destnîşan kir ku Hêzên Senadîd şopdarên rêya şehîdan e û ji bo azadiya civakê amade ne li ku derê teror hebe biqetrînin.

Ji aliyê xwe ve hevserokê Desteya Şûnwar û Turîzmê yê Herêma Cizîrê Hisên El-Elî axivî û gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dibêje şehîd pêşengên me yên manewî ne bi bîr xist. Hisên destnîşan kir ku bi saya fedekariya gel herêm gihaştiye vê astê.

Paşê endamê Meclisa Malbatên şehîdan wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd di nav berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

(şx)

ANHA