Cenazeyê 4 şehîdan li Hesekê hatin veşartin

Bi tevlêbûna bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Hesekê cenazeyê 3 şehîdan bi merasîmekê li goristana Şehîda Dijwar a gundê Dawidiyê hate veşartin.

Cenazeyê 4 şehîdan li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyê 4 şehîdan li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyê 4 şehîdan li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyê 4 şehîdan li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyê 4 şehîdan li Hesekê hatin veşartin
4 ÇILE, 2019   15:08

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Eraka Xweparastinê Reşad Hemar, şervanên QSD‘ê Rakan El-Cerbû (Berxwedan) û Xesan Elî Hemad (Demhat) û şervanê YPG‘ê Hesen El-Hesen (Şivan Alan) ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî erebeyan ku bi wêneyên şehîdan hatibû xemilandin ber bi Goristana Şehîda Dijwar a gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Li goristanê merasîma bi deqeya rêzgirtin û tûrana leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve dest pê kir.Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rewa Hisên axivî û wiha got: "Em heftane şehîdekî an duduyan an jî zêdetir oxir dikin ku ji bo parastina azadî û rûmeta me tê dikoşin. Em bejna xwe ji ber cenazeyê wan ên pîroz ditewînin, bi xwîna wan welatekî azad ava dibe."

Bi navê hêzên leşkerî fermandar Salim Îbrahîm jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Bi şehadetê xemgîn nebin, bila serê wê bi zarên we bilind be, bê şehadet û fedekariya ciwanên me serkeftin ne mumkin e, em soz didin ku em ê şopdarên xeta wan bin."

Endamê Meclisa Sûriyeya Demokratîk Şêxmûs Ehmed jî axivî û destnîşan kir bi saya keda şehîdan serkeftinên mezin hatin bidestxistin.

Şêxmûs Ehmed li hemberî gefên Tirkiyê bang hevgirtinê li gelê herêmê kir û got ku îradeya gelê dê planên dagirkeran têk bibin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameya şehîdan xwend û rastestî malbatên şehîdên wan kir.

Cenazeyê şehîdan di nava dirûşmeyan de hate veşartin.

ANHA