Tehran keştiyên leşkerî dişîne okyanusa Atlasê

Tehran hewl dide di destpêka Adara bê de keştiyên leşkerî ji rojavayê okyanusa Atlasê re bişîne ku li peravên Amerîkayê dikeve.

Tehran keştiyên leşkerî dişîne okyanusa Atlasê
4 ÇILE, 2019   12:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Sky Newsê, cigirê serokê Hêzên Deryayî yên Îranê amîral Torc Hisnî der barê şandina keştiya leşkerî ji rojavayê okyanusa Atlasê re ku li peravên Amerîkayê dikeve, daxuyaniyek da.

Torc Hisnî diyar kir ku dê keştiyên şer ên Îranê di 21`ê Adarê de ber bi okyanusa Atlasê ve dê bên şandin û dibe ku ev erk 5 mehan bidome.

Hisnî da zanîn ku keştiyên bên şandin bi cureya "Sehned" in ku dikarin helîkopteran hilgirin.