‘Dixwest di oxira welatê xwe de şehîd bibe’

Malbata şehîd Silêman Mûrad diyar kir ku şehîd Silêman hêvî dikir ku di oxira parastina xaka welatê xwe de şehîd bibe û ev daxwaza wî jî pêk hat.

‘Dixwest di oxira welatê xwe de şehîd bibe’
‘Dixwest di oxira welatê xwe de şehîd bibe’
‘Dixwest di oxira welatê xwe de şehîd bibe’
‘Dixwest di oxira welatê xwe de şehîd bibe’
‘Dixwest di oxira welatê xwe de şehîd bibe’
‘Dixwest di oxira welatê xwe de şehîd bibe’
‘Dixwest di oxira welatê xwe de şehîd bibe’
‘Dixwest di oxira welatê xwe de şehîd bibe’
4 ÇILE, 2019   13:04

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo berê xwe da konê sersaxiyê yê endamê Erka Xweparastinê Silêman Mûrad. Silêman Mûrad di pêngava dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bû. Konê sersaxiyê li taxa Aşûriyê ya bajarê Qamişlo hate vedan.

Bi sedan şêniyên bajêr ji hemû pêkhateyan, endamên hêzên Erka Xweparastinê, şervanên YPJ/YPG`ê û endamên saziyan tev li merasîma sersaxiyê bûn.

Di merasîma sersaxiyê de wêneyên Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Henîfe Hesen axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Henîfe destnîşan kir ku parastina xaka welat erka her kesî ye û wiha anî ziman: "Divê di vê pêvajoya hesas de em xwe bispêrin xwe."

Her wiha xalê şehîd Silêman, Ednan Şêxmûs got ew bi şehadeta kurê xwe serbilind in, şehîd Silêman her tim ji dayika xwe re digot ew dixweze di oxira parastina xaka welatê xwe de şehîd bibe û şehîd bû. Şêxmûs destnîşan kir ku şehîd Silêman ne şehîdê destpêkê û ne yê dawiyê ye û wiha pê de çû: “Şehîdên malbatê ji Qamişlo heta Dêrazorê hene, amade ne ku ji bo parastina xaka welatê xwe hîn jî şehîdan bidin, soza şopandina rêya şehîdan û têkoşînê dan.”

Bi navê PYD`ê ya navçeya El-Şerqî ya bajarê Qamişlo Feyrûşe Remedan axivî û destnîşan kir ku Tirkiye hêzên terorîst li ser sînorê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kom dike da ku êrîşî herêmê bike lê îradeya gelan û têkoşîna wan dê hemû planên Tirkiyê pûç bike.

(bx)

ANHA