Dayîka Leyla Guven hat definkirin

 Cenazeyê dayika Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 58 roj e li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye Cevriye Guven bi merasimek girseyî hat definkirin.

Dayîka Leyla Guven hat definkirin
4 ÇILE, 2019   12:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Dayika Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a 58 roj e li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye Cevriye Guven vê sibehê jiyana xwe ji dest da. Cevriye Guven a 94 salî ji ber temenê xwe li mala xwe ya li bajarê Tirkiyê Konyayê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Cevriye Guven, li taxa Yapali ya Navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê  bi tevlîbûna Wekîla Koma HDP'ê Fatma Kurtulan wekilen HDP'ê û gelek siyasetmedarên Kurd defin kirin. Gelek xizmên Leyla jî tevlî merasimê bûn.

‘Cevriye ji bo girtiyan bû hêvî’

Piştî cenaze hat definkirin dua hatin xwendin. Piştî duayan Wekîla Serokên Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, axaftinek kurd kir. Fatma, diyar kir ku berê jî dema Leyla Guven hat girtin, li girtîgehê bavê wê jiyana xwe ji dest da û niha jî li girtîgehê dayika wê jiyana xwe ji dest û wiha got: “Îro jî dayika wê jiyana xwe ji dest da. Hevala me Leyla ne di nava me de ye. Dayika Cevriye dayika hemû hevalên me yên girtî ye. Ji bo hemû hevalên me yên girtî bû hêvî. Her dem bi heviya girtî dê bên berdan jiya. Lê mixabin bêyî ku heviya wê pêk bê û beyî girtî bên berdan jiyana xwe ji dest da. Leyla îro ji bo hemû civakê bedena xwe feda kiriye. Divê bi lez daxwaza heval Leyla pêk bê. Ji bo civak bigêjin aramiyê divê demek berî demekê daxwazên wê pêk bê. Piştî merasimê girse derbasî mala sersaxiyê bû. Malbat dê 3 rojan li sersaxiyê ziyaretan qebûl bikin.