Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan

Malbata Ocalan û malbatên 3 girtiyên li Îmraliyê ji bo hevdîtina bi xizmên xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
4 ÇILE, 2019   11:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, xwişka wî Fatma Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, bi rêya parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan jî bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan.