YPG`ê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê ragihand ku şervanê wan Mehmûd Helinc di operasyona li dijî çeteyên DAIŞ`ê de li herêma Dêrazorê şehîd bûye.

YPG`ê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
4 ÇILE, 2019   11:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ya qonaxa dawî ya Şerê Tinekirina Terorê de pêşveçûnên hêzên me didomin û di encama operasyonên ku tên li dar xistin de derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê tê xistin. Di vê çarçoveyê de;

Di 2’ê Çileyê de hêzên me li derdora bajaroka Hecîn û gundewarên Dêrezorê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon li dar xistiye. Di encama van operasyonan de gelek windahiyên çeteyan çêbûn lê di derbarê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal bidest neketin. Di van operasyonan de rêhevalekî me li dijî çeteyan bi lehengî şer kir û gihîşt şehadetê.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Mehmûd Helinc

Nav û paşnav: Mehmûd Resul

Navê dayikê: Necma

Navê bav: Weys

Cihê ji dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 2’ê Çileya 2019

Em ji malbata şehîdê me û gelê me re sersaxiyê dixwazin. Em di şexsê rêhevalê xwe yê şehîd de tevahî şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin.”

(kc)