Hêzên Rizgariya Efrînê: 3 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kirin ku li Efrînê di 1 û 2’ê Çileyê de du çalakî pêk anîn û di encam de 3 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê: 3 çete hatin kuştin
4 ÇILE, 2019   11:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê yên li dijî dagirkeriya çeteyên Tirkiyê li Efrînê didomin. Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyek nivîskî encamên çalakiyên ku di 1 û 2’ê Çileyê de pêk anîne eşkere kir. Hat diyarkirin ku 3 çete hatine kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Daxuyanî wiha ye; 

“Çalakiyên me bi şêweyên cuda li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên li Efrînê didomin. Di encama çalakiyên ku ji aliyê tîmên me ve hatin lidarxistin hêzên dagirkeran derbên giran xwarin. Di vê çarçoveyê de;

Tîmên me di 1’ê Çileyê de, li gundê Kibêşînê ya ser bi Şêrawa li dijî komên çete çalakiyek li dar xistin. Di encam de qasî ku hatî zelalkirin 2 çete birîndar bûn.

Tîmên me di 2’yê Çileyê de ji du aliyan ve bi ser çeperên komên çete yên li derdora bajarokê Raî  de girtin. Di navbera hêzên me û çeteyan de şerek dijwar derket û şer heta nîv saetê dirêj kir. Çeteyan xwest bi panzêr û çekên giran çalakiya tîmên me vale der bixin, lê biser neketin. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin û çeteyek jî bi giranî birîndar bû.”